Xebatkarên Azadiya Welat girtin
13:33
Îlon
9
/ 2016
JINHA
MÊRSÎN - Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan hatin girtin.
Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ên ku di 7'ê îlonê de li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Şîrîn û Îlker bi îdiayên "Endamê rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" ji dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û bi heman hincet û îdiayan hatin girtin, û ew şandin girtîgehê.
(zt)