Polisan êrîşî xebatkarên perwerdê kirin yek giran birndarbû

14:14

JINHA

AMED - Li Amedê, kedkarên perwerdehiyê yên ku li dijî tasfiyeya cemaweriyê, dema xwestin li ber Gerînendetiya Perwerdehiyê daxuyaniyê bidin polîsan êrîşî wan kir. Kedkar bi berzkirina dirûşmeya "Li dijî faşîzmê mil bi mil" bersivê didin êrîşan. Di êrîşê de sekretarê Şaxa Egîtîm Sena Amedê Nurî Ozdemir giran birîndarbû û zêtetirî 40 mamostayan jî hatin binçavkirin

Piştî daxuyaniya Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim ên wekî dê 14 hezar mamoste ji peywîrê bên girtin, endamên Egîtîm Senê û kedkarên perwerdeyê ji bo rewşê şermezar bikin li ber Midûryeta Mîllî ya Bajêr xwestin daxuyanî bidn çapenemiyê. Kedkarên ji bo ji peywîrgirtina 4 hezar 500 kesî şermezar bikin, polîsan nehişt kekdar derbasî hewşa Midûryeta Mîllî ya Bajêr bibin. Li ser vê perwerdevanan derbasî hemberî martekê bûn, dema hewl didan daxuyaniyê bidin polîsan bi cop, ava şid û gazê êrîşî wan kir.

Mamosteyan li ser êrîşê dirûşmên "li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kir, polîsan mamosteyên ku hedef girtin, bi cop û kulman ew derb kirin. Dîsa polîsekî çevîk mamosteyek hedef girt û bi bombeya gazê êrîşî wî kir. Di êrîşê de sekreterê Şaxa Egîtîm Sena Amedê Nurî Ozdemir giran birîndarbû.

Di êrîşê de ji 40 zêdetir mamoste hatin binçvkirin û ew li maşînên zirxî sîwar kirin, dîsa gelek mamosteyên ketin marketê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Polîsan her wiha êrîşî xebatkarên çapemeniyê jî kir, gelek kamera şkandin. Di êrîşê de gelek welatiyên di marketê de jî hatin derbkirin.

Mudaxale berdewam dike.

(zt)