Îro HPC û HPJ'ê çalakiya grevê dewir girt

14:26

JINHA

QAMIŞLO- Çalakiya grevê îro li bajarê Qamişlo ji aliyê HPC û HPJ'ê ve hat dewir girtin.

Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên grevê li bakûr û rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê çalakiya grevê îro ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) û Hêzên Parastina Jinê (HPJ) ve hat dewir girtin. Çalakiya grevê ji aliyê welatiyan ve jî rastî eleqeyek mezin tê. HPC û HPJ'ê diyar kirin ku, ew ê ji bo şikandina tecrîdê li ber xwe bidin.

Endama HPJ'ê Sûriye Ehmed destnîşan kir ku ew ji bo namûs û şerefê tevlî çalakiya grevê bûne û wiha axivî: "Divê herkes destê xwe dane ser wîjdana xwe. Ev salek û nîv e ku em agahî ji Rêber Apo nagirin. Berxwedana me wê heya dawî berdewam bike. Serokê me azad nebe em jî ne azadin. Bi fikir û ramanên Rêberê xwe em ê parastinê bikin."

Rêvebera HPJ'ê ya Tirbesipyê Roda Îsmaîl jî, di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: "Yên ku tiliya wan di komploya li ser Rêber Apo de heye em şermezar dikin. Em dibêjin azadiya Rêber Apo, azadiya me ye. Ji bo vê jî erka dikeve ser milên me em ê pêk bînin."

(bc/aş/rc)