'Divê têkoşîna li dijî tecrîdê bilindtir bibe'
14:56
JINHA
TIL TEMIR- Endama Koordînasyona Kongreya Star Leyla Yaşar di civîna ji bo jinan hate lidarxistin de got: "Divê têkoşîna me li hember tecrîdê hîna bilindtir bibe."
Bi armanca nirxandina pêşketinên li herêmê, rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bûyerên şîdetê yên li ser jinê pêk tên, Kongreya Star rêzecivînên xwe didomîne. Civîna ku li parka bajar pêkhat rêveberên Kongra Star, endamên komunan yê gundan û yên bajêr, nûnerên Partiya Yektiya Demokrat, endamên Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star û endamên SMŞ û Mala Jinê tevlî bûn. Piştî deqeyekê rêzgirtin, civîn destpêkir û endama koordînasyona Kongreya Star Leyla Yaşar axivî.
Leylayê diyar kir ku, gelê kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û wiha got: "Hebûn û tunebûna me tê nîqaş kirin, cîhan hesabên pir mezin li ser gelê kurd dike. Siyaset wek kirasek ji agir e, eger tu nekaribî siyasetê bikî û nizanbî bidî meşandin ew siyaset dê te bişewişînê. Em di sedsaleke pir hesas de ne û her roj bûyerên ji hev cuda diqewimin. Ji xwe hêzên navnetewî yê herî xwe bi hêz dibînin, wek Emerîka û Rûsya tenê berjewendiyên xwe diparêzin. Nexwe derdeke wan a wek azadiya gelan tune ye."
'Barzanî doza gelê kurd difiroşe'
Leylayê polîtîkayên PDK'ê jî nirxand û wiha domand: "Nêzîkatiya Mesûd Barzanî ya li beramberî Rrojava û bakûrê Kurdistanê dimeşîne nayê qebûlkirin. Ji bo berjewendiyên partiya xwe doza gelê kurd difiroşe."
'Li Îmraliyê çi qewimî divê em bizanibin'
Leylayê balkişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pêl da axaftina xwe: "Şerê niha li bakûrê Kurdistanê tê meşandin û têkoşînên li Kurdistanê tev divê xizmeta azadiya Rêberê me bike. Di şeva 15'ê Tîrmehê de li Îmraliyê çi qewimî, pêwîste em bizanibin. Ji bo wê jî divê herder bibe qada çelekiyê."
'Dê zihniyeta desthilatdariyê bi têkoşîna jinê bê guhertin'
Leylayê her wiha destnîşan kir ku, qetilkkirina jinan bûyerek ji kiryerên hovanee hember mafê jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Rojava hin jin di bin navê namûsê hatin qetilkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê Zagonên Jinê tev pêk werin. Bi tu awayî zewaca di temnê piçûk, pir-zewacî nayê pejirandin û divê ceza were dayîn. Di vir de jî roleke girîng dikeve ser milên dayik û hemû jinan. Ew dê civakê bidin guhertin. Em ê zihniyeta heyî ya zilamsalar bi têkoşîna xwe bidin guhertin."
Civîn bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan nabe"bi dawî bû.
(sş/en/rc)