Gelê Amûdê dexwaza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:34
JINHA
AMÛDÊ- Gelê bajêr bi yek dengî dexwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û meşek girseyî pêk anîn.
Welatiyên gundên bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê bi armanca şermezar kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî pêk anîn û bi yek dengî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Di meşa ku li ber Şaredariya Gel ya gundê Tobo hatin gel hev alên YPG-YPJ’ê, TEV-DEM, PYD'ê, Kongreya Star û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hilgirtin. Her wiha pankarta "Azadiya Ocalan azadiya me ye’hat hilgirtin. Çalakvanan bi berzkirina dirûşmeyan heya Komîngeha Şehîd Xelîl ya gund berdewam kirin. Piştî meşê Endama Rêveber a Kongreya Star Mura Zoro axivî. Murayê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê şermezar kir û ji bo rakirina tecrîdê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir.
Piştre Rêvberê Yekîtiya Ciwanên Rojava, Diyar Elî axivî û banga xurtkirina têkoşînê li ciwanan kir. Di dawiya axaftinan de Hevserokê Şaredariya gundê Tobo Ebdul Qadir Şêxmûs daxuyanikek bi navê şêniyên xeta Şehîd Kendal xwend.
Di daxuyaniyê de jî wiha hat gotin: "Dewleta Tirkiyeyê bi serkêşiya Erdogan, tecrîd li ser Rêberê Apo ferz kirine. Ew nahêlin ku parêzerên Ocalan wî bibînin. Ev zêdetirî saleke agahî ji Rêber Apo nayên girtîn. Li ser rewşa wî ya tendûrustiyê em bi fikar in. Bi taybet piştî hewldana darbeyê metirsî û fikarên me yên li ser rewşa wî zêde bûne.
Li ser navê şêniyên Xeta Şehîd Kendal, em bang li hemû aliyên peywendîdar û saziyên mafê mirovan dikin ku erka xwe ya mirovî û exlaqî ya li hemberî Rêber Apo pêk bînin. Li vir em soza xwe ya bi Rêberê xwe re nû dikin ku em ê her dem li ser riya fikir û ramên wî têkoşîna xwe bidomînin. Em tu carî rehet nebin, heta ku em Serokê xwe azad bikin. Em Serokê xwe azad bikin û Sûriyeke azad, federal û demokratîk ava bikin."
(rh/en/rc)