Polisan ser Kovara Ozgur Halkê de girtin

17:30

JINHA

STENBOL - Polîsan li Stenbolê bi ser avahiya Kovara Ozgur Halkê de girt. Li hundirê avahiyê lêgerîn hat kirin.

Polîsan bi ser Navenda Kovara Ozgur Halkê ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê de girt.Hate hînbûn ku hinceta serdegirtinê cîhdayîna '15'ê tebaxê roja destpêka şerê çekdarî ya PKK'ê ' ya di kovarê de ye. Lêgerîna ku bi îdiaya di kovara meha tebaxê de propagandaya rêxistinê hatiye kirin de biryara desteserkirina hejmara tebaxê û amûrên sûc hatiye girtin de li avahiyê lêgerîn dewam dike.

Polîsan nehişt Parêzerên Komeleya Hiquqnasên Azad (OHD) nêzî avahiyê bibin û xebatên dîmen kişandinê ya rojnamegeran astengkirin.

(zt)