Bedîa: Yên şer biqedînin jinin
18:12
JINHA
WAN - Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgukçe ya ku di civîna kongreya amadekar a partiya xwe yî Erdîşê de axivî û got, dê têkoşîna jinan dawî li şer bîne.
Rêxistina HDP'a Erdîşê, têkildarî kongreya ku dê di 25'ê îlonê de bê lidarxistin, civîneke jinan li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgukçe, Hevseroka HDP'a Wanê Gulîstan Orhan, Hevseroka DBP'a Erdîşê Hatîce Yildiz û gelek jin beşdarî civînê ku li avahiya partiya navçeyê bûn. Di civînê dê têkildarî kongreyê nêrîn û pêşniyarên jinan hatin guhdarîkirin.
Di civînê de Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgukçe axivî û diyar kir ku her destkeftiyeke kurdan rastî êrîşan tê û wiha got, "Bi beşdarbûyîn û hêza jinê ya têkoşîna azadiya kurd, dê ev êrîş li valahiyê bên derxistin."
Bedîa, rol û rista jinê dest nîşan kir ku û wiha got, "Wek destkeftiyên jinê yên li Rojava, li Kobaniyê dê li Tirkiyeyê jî serkeftinên jinê aşitiyê bîne. Wek jinan, em ê vî şerî rawestînin."
(va/zt)