ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Navenda Çand û Hunerê ya Nûdayê dest bi qeydên dema nû kirin û bi zimanê dayikê perwerdê didin qursiyeran û bi vê armanc dikin ku çawan wan bê jiyîn.
*Gulluşah Karagullu ji temenê zaroktiyê ve hatiye zewicandin û piştî hevjînê wê dikeve girtîgehê tevî 5 zarokên xwe têkoşîna jiyanê dide. Gulluşahê diyar kir ku, ew hêza manevî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digre û têkoşîna jiyanê dide û wiha got: "Ew me azad kir, em ê jî ji bo azadiya wî têbikoşin."
*Jinên Kerboranê ji bo amedekariya zivistanê dest bi çêkirina dims û basîqê kirin. Jinan gotin ku, ew dema çêkirina dims û basîqan jin tev dên gel hev û bi aweyek komîn xebatê xwe dikin.
*Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçeyê balkişan ser jinên di gireva birçîbûnê de cih digirin û got: "Sekna jina Kurd di terza kesayeta şoreşger û mirovane de ye. bêguman mîmarê vê Birêz Ocalane. Têkoşîna jinê xwe di greva birçîbûnê de jî nîşan daye."
*Zarokên navçeya Rezanê bi derfetên xwe langirt çêkirin û ji bo piştevaniya zarokên Sûrê ketin nava tevgerê. Zarokên ku armanc dikin pere bidin hev û ji bo Cejna Qurbanê ji zarokên Sûrê re cil bistînin diyar kirin ku, ew dixwazin herkes ji bo zarokên Sûrê bi hêstiyari tevbige.
*Hevseroka Egîtîm Sen a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgîtê bertek nîşanê ji dur xistina kar a mamosteyan ku piştî daxuyaniya AKP'ê ya wekê 11 hezar û 285 mamoste wê bên îxrackirinê' hatin durxistin da û got: "Em sendîkayeke bi sedsalane têkoşîn meşandiye. Ji durxistinê û ji kar avêtinê me ji têkoşîna me dur naxîne. Berovajî vê wê têkoşîna me mezin bibe."
*Hunermendên Jina gireva birçîbûnê ya bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HAP'ê ji bo daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê destpêkirin li Amedê bi 50 dildarî da destpêkirin, silav kirin. Şanoger û lîstîkvana sînemayê Şebnem Sonmezê got: "Ji ber me komkujî, şer û her cureyê neheqiyê qebûl nekir li Amedê gireva birçîbûnê dest pê kir."
*Foruma 13'emîn a Navneteweyî ya AWID'ê ku li Brezîlyayê pêk tê ji her çar aliyê cîhanê jin, parêzvanên mafê mirovan û rêxistin tevlî bûn. Forum wê di 11'ê îlonê de bi dawî bibe û KJA jî wê wek axaftinker bi sernavê 'Şoreşa jinê ya Rojava\Kobanê û parastina cewherî a jinê:Berxwedana jinê ya li dijî DAIŞ'ê û di pêvajoya şoreşî ya Rojhilata Navîn de lêgerîna azadiyê ya jinê' wê forum pêk bê.
*Li Dîlokê jinên li taxên xizan serî parçeyê şalan paqij dikin, kolanan vediguherin atolyeyan. Jinên ji ber zextên civakê nekarin biçin kar, diyar dikin ku bê ewle dixebitin û beramberê keda xwe nagirin û gotin: "Em şalan paqij dikin lê pereyê ku em şalekî bistînin tine."
*Dayika Cemîle Çagirga ku di dorpêça Cizîrê de li hewşa xwe ji aliyê segvanan ve hat qetilkirin û cenazeya wê ji aliyê malbata wê ve di cemedankê de hat veşartin, Emîne Çagirga got: "Di salên 90'î de li heman hewşê du keçên min yên din hatin qetilkirin. Dema bedena Fatmayê parçe kirin 10 salî bû. li heman hewşê vê carê Cemîle qetilkirin. Vê dewletê 3 keçên min qetilkirin, ez çawa pê re bibim bira."