Gulcan Kaçmaz: Dibe ku em hatin îxrackirin lê ji têkoşînê ti car na
09:12
JINHA
WAN - Hevseroka Egîtîm Sen a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgîtê bertek nîşanê ji dur xistina kar a mamosteyan ku piştî daxuyaniya AKP'ê ya wekê 11 hezar û 285 mamoste wê bên îxrackirinê' hatin durxistin da û got: "Em sendîkayeke bi sedsalane têkoşîn meşandiye. Ji durxistinê û ji kar avêtinê me ji têkoşîna me dur naxîne. Berovajî vê wê têkoşîna me mezin bibe."
Serokwezîr Bînalî Yildirim di gera xwe ya Amedê de diyar kiribû ku wê 14 hezar û 285 mamoste ji kar bên durxistin û piştî vê bi hezaran mamoste ji kar hatin durxistin. Hevseroka Egîtîm Sen a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgîtê têkildarî mijarê de nirxandin kir.
'Pêvajoya tasfiyeyê tê jiyîn'
Gulcanê got piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê operasyonek û pêvajoya tasfiyekirinê tê meşandin û got: "Di 1'ê îlonê de bi KHK ya hejmar 672'an re bi tevahî 51 hezar kes ji pîşeyê hatin îxrackirin. Serokwezîr li AMedê got wê 14 hezar kedkarên perwerdê bên dur xistin. Vê sibehê 11 hezar û 285 endamên Egîtîm Senê ji kar hatin durxistin."
'Welat vegerandin kaosê'
Gulanê wiha got: "Sala borî kedkarên pewerdê di 29'ê Qanûnê de greva 'Ji şer re na emê aştiyê biparêzin' pêk anîn û piştî girevê ji kar durxistinê destpê kir. Daxwaza me kedkarên perwerdê eve ku zarokên me li welatekî azad bijî. Lê niha li welat ji aştiyê wêdetir kaostek heye."
Gulcanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi salane li ser kedkarên perwerdê zext heye. Em sendîkayek ku seknek zelal nîşan didine. Armanca hedef girtin awan jî eve. Dixwazin me tasfiye bikin û di perwerdê de xebatên xwe rehet bimeşînin. Em sendîkayek ku sedsalane têkoşînê dimeşîne.emê têkoşîna xwe bê navber bimeşînin."
(db/hu)