Şebnem Sonmez: Ji ber me neheqî beralî nekir greva birçîbûnê dest pê kir

09:13

JINHA

STENBOL -Hunermendên Jina gireva birçîbûnê ya bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HAP'ê ji bo daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê destpêkirin li Amedê bi 50 dildarî da destpêkirin, silav kirin. Şanoger û lîstîkvana sînemayê Şebnem Sonmezê got: "Ji ber me komkujî, şer û her cureyê neheqiyê qebûl nekir li Amedê gireva birçîbûnê dest pê kir."

Ji bo gireva birçîbûnê ya li Amedê di 5'ê îlonê de destpê kiriye ji hunermendên jin jî piştgirî hat. Pinar Aydilnar got b isalene li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan tecrîdek giran heye û got: "Bi salan eli ser gelê Kurd polîtîkaya komkujiyê heye. Ez heta dawiyê piştgiriyê didim gireva siyasetmedarên Kurd. Gireva destpêkiriye ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan cihekî girîng digire."

'Divê hemû demokrat bibin yek'

Pinarê bal kişand ser pêkanînên li girtîgehan û got: "Divê li dijî zextên li ser girtiyên siyasî û tecrîsa li ser Ocalan her aliyê demokrat bibin yek.Ez kesên ketine girevê bi hurmet silav dikim."

'Em berxwe bidin wê hebin'

Hunermend Rojdayê jî got çalakiya gireva birçîbûnê hêviyê dide û got: "Me wek gel her tim hêvî kir û ligel vê me têkoşîna xwe jî da. Hunermend ji êş, kêfxweşî û çanda berxwedana gel xwedî dibin. Hunermed îro ji bo çanda berxwedanê bilind bikin bedena xwe dan ber mirinê. Beyî ku ev girev dirêj berdewam bike divê rayedarên dewletê di çarçoveya daxwazan de bikevin pêvajoya aştiyê. Em ji tenduristiya Abdullah Ocalan bi fikarin. Hunermend bi dirûşmeya 'Ger em berxwe bidin emê hebin' dest bi grevê kirine."

'Li dijî neheqiyan girevê dest pê kir'

Şanoger û sînemavan Şebnem Sonmezê jî got gelek rê û rêbaz hatine cerebandin, lê encamek nehatiye girtin û got: "J ibo me komkujî, şer û her cureyê neheqiyê beralî nekir li Amedê girevê destpêkiriye."

(dyc/hu)