Emîne Çagirga: Li heman hewşê sê keçên min qetilkirin, biratiya çi?
09:14
Aysel Işik/JINHA
ŞIRNEX - Dayika Cemîle Çagirga ku di dorpêça Cizîrê de li hewşa xwe ji aliyê segvanan ve hat qetilkirin û cenazeya wê ji aliyê malbata wê ve di cemedankê de hat veşartin, Emîne Çagirga got: "Di salên 90'î de li heman hewşê du keçên min yên din hatin qetilkirin. Dema bedena Fatmayê parçe kirin 10 salî bû. li heman hewşê vê carê Cemîle qetilkirin. Vê dewletê 3 keçên min qetilkirin, ez çawa pê re bibim bira."
Cemîle Çagirga sala borî li Cizîrê di 4'ê îlonê de bi qedexeya derketina derve de bi 20 kesî re hatibû qetilkirin. Malbata wê cenazeya wê di cemedankê de veşartibû. Dayika wê Emîne Çagirga got: "navê Cemileyê yê li mal Cizîr bû. keça min li hewşa min qetilkirin. Di salên 90'î de jî keçek min li heman hewşê qetilkirin."
Emîneyê wiha got: "Ji salên 90'î heta niha kujer her tim eynî bûn. Di salên 90'î de li Cizîrê dorpêç hebû. Kes nekarî ji malên xwe derveke. Top avêtin vê mala me. 7 kes mirin. Wê demê du keçên min li hewşê hatin qetilkirin. Fatma 10 salî bû. Cemîle jî di temenê wê de hat qetilkirin."
'Bedena wê parçe bibû'
Emîneyê got bedena keça wê Fatmayê parçe bibû û got: "Ez jî wê demê birîndar bûm. Perdeya guhê min qetya. Cenazeya keça min birin Mêrdînê. Bi rojan nehiştin em defin bikin. Me herî dawî cenazeyên du keçên min û 5 kesên din yên ji malbata hevjînê min bi bêdengî defin kir."
Emîneyê got Cemîle jî li hewşê ji aliyê segvanan ve hatiye hedef girtin û got: "Min bi mirina keça xwe bawer nekir. Heta sibehê pê re axivim. Min destê xwe da ser dilê wê û got rabe. Lê deng jê nedihat. Em heta sibehê wisa payîn. Bavê wê piştre got wisa nabe. Nedihiştin em cenazeyê derxin. Me ji cînaran cemedank anî. Ji bo laşê wê newerime me kir cemedankê."
'Ez çawa bibim bira'
Emîneyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min cara dawî hine li por û destê keça xwe kir. Piştre min bedena wê şûşt û kefen kir. Min wisa kir cemedankê. Ez kesên ev êş b imin dan jiyîn ti car efû nakim. Sê keçên min qetilkirin. Ez dest ji vê dozê bernadim. Ez bi dewleta ku sê keçên min qetilkirin re çawa bibim bira."
(hu)