Jinên Çiyayê Şengalê greva birçîbûnê slav kirin
10:29
Dilvîn Mirad-Îlham Hecî/JINHA
ŞENGAL – Jinên xebatkarên Meclisa Jinên Şengalê çalakvanên greva birçîbûnê yên li Strasborg û Amedê silav kirin û gotin: “Zext û zordarî çavê gel natirsîne, vîna me xurt dike. Rojeva me tenê azadiya Rêberê me ye. Em ji ti hêzên desthilatdar natirsin. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ji her tiştî re amadene.”
Çalakiyên ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan berdewam dikin. Meclisa jinên Êzidî ya Şengalê piştgirî dan Meclisa Diyaspora ya Şengalê li bajarê Strasborgê û siyasetmendarên li bajarê Amedê di grevê dene. Endamên Meclîsa Jinên Şengalê dan diyarkirin azadiya Ocalan azadiya jinê û gelên bindeste.
Berdevka Meclisa jinên Êzidî Neam Eliyas ji bo azadiya Ocalan û piştgiriya çalakvanan wiha axivî û got: “Em wek Meclisa Jinên Êzidî piştgirî didin Meclisa Şengalê ya diyaspora ku ev 16 rojin di gireva birçîbûnê dene, em berxwedaniya wan pîroz dibînin. Heya Serok Apo azad nebe gelê Êzidî azad nabe û çi ji destê me were em ê bikin heya azadiya Serok. Serokê me ev bû salek û nîv agahî jê nayên girtin û em tiştek jê nizanin. Ji roja kû inqilab çêbûye fikirandinên me zêde bûne. Em dixwazin malbat û parêzerên wî biçin cem wî û tiştek jê zanibin. Carek din ez çalakvanan silav dikim û di bêjim em bi were ne heya dawiyê. Çalakiya ku li Amedê jî hatiye destpêkirin gelek pîroz e. 50 sîyasetmedarên Kurd ketin gireva birçîbûnê. Li hember girtin, binçavkirin û zextên li ser miletê me yê Bakur ticaran ser tewandin çênabe. Berovajiya vê gelê me bi pêşengiya siyasetmedarên xwe berxwedaniya xwe bilind dikin. Zextên li ser gel çavê gel natirsîne, vîna wan xurt dike. Rojeva me tenê azadiya Serok e. Em ji ti hêzên desthilatdar natirsin.”
Endama Meclisa jinên Êzidî Canê Heyder jî bo azadiya Ocalan wiha axivî: “Em silavên xwe ji Meclisa Şengalê ya Diyaspora re dişînin ku ev du hefteye di gireva birçîbûnê dene, ji bo azadiya Abdulah Ocalan û Xweseriya Şengalê. Em bi wan re ne û destê me di destê wande ye heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê. Li bajarê Amedê 50 siyasetmedar û parlementerên Kurd ketine gireva birçîbûnê ji bo azadiya Serok Apo. Em dixwazin bi zûtirîn wext agahî ji Serokê xwe bigrin. Azadiya Serok Apo azadiya hemû gelê bindeste. Ez carek din çalakvanan silav dikim û serkeftinê dixwazim.”
Xatûn Emer jî wek endamek Meclisa Jinên Êzidî ji bo piştgiriya çalakvanan wiha axivî: “Ez hemu çalakvanên azadiyê silav dikim û berxwedana wan pîroz dikim. Heger ji bo Serokê me be em çend roj bi rojî bin hêjaye. Em dixwazin bi zûtirîn dem tiştek ji Rêberê xwe zanibin, bila kes feriq û cudahiyê navêje navbera me, em kurd hemû yekin. Çawa roja 3 yê Tebaxa 2014’an li me bû xwedî pêwîste em jî li wî bibin xwedî, kî insanê ji bo azadiya Serok çalakiyan bike em silav dikin û serkeftin dixwazin. Niha Meclîsa Şengalê ya diasporayê greva birçîbûnê de ne, cardin 50 siyasetmedarên Kurd li Amedê nav gireva birçîbûnê de ye. Ev vîna gelê me dide diyar kirin. Em Serokê xwe bernadin. Bila dinya hember dengê me bêdeng nemine. Serok Apo Serokê gelê bindest e.”
Endama meclîsê Hezar Mendo jî wiha axivî: “Heger em çi ji bo azadiya Serok bikin kême, heger em 3’ê km pêxwaz bi meşin hîn jî kême. Ev dewletên ku dibêjin em yên mafê mirovane ez wana şermezar dikim, ji ber tiştek ji bo Serokê me nekirine. Mirovek wisa xwedî fikir û felsefek evqas sala di zindanê de bimîne, heya em saxin em ê çalakiya bikin. Em piştgirî didin çalakvanên azadiyê û heya dawiyê em bi wan re ne û em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
Leylê Mehmûd jî çalakvanên greva birçîbûnê silav kir û got: “Ez silavên xwe ji çalakvanan re dişînim û em piştgiriya wan dikin. Heya Serok Apo azad nabe gelê Êzidî azad nabe û dev ji çalakiya bernadin. Em ê xwe bi hêz bikin û berxwedaniya xwe xurtir bikin, heya dilopek xwîn di canê me de heye em dev ji çalakiya bernadin. Çima li dinya yê de her tim em tenê ne. Niha li Îmrali yê çi tê jiyan kirin. Kes nizane rewşa Serokê me çiye. Nikarin vîna gelekî binçav bikin.”
(kom/zt)