Li Çiyayê Şengalê amadekariyên cejnê

11:21

Îlham Hecî-Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL - Jinên Çiyayê Şingalê yên amadekariyên cejna qurbanê dikin diyarkirin ku çi jî bibe ew ê dev ji rê û resmên xwe bernadin.

Cejna mezin ango cejna qurbanê li Çiyayê Şengalê bi dilek êş tê pîroz kirin. Cejin rojek e û divê rojê de miletê Êzîdî pez şerjêdikin, xwarin çêdikin û li cinarên xwe belav dikin. Jinên Êzidî li çiyayê Şingalê amadekariya cejna qurbanê dikin. Jinên li gel ferman û hemû êrîşan jî dest ji bawerî û kevneşopiyên xwe bernedane diyar kirin ku ew ê li gel hemû zoriyan jî çand û baweriya xwe bidin jiyankirin û wiha domandin: “Çi jî bibe em dev ji rê û resmên xwe bernadin û em ê her li pê rêya Ola Êzidyatiyê bimeşin.”

Jina bi navê Hûrê Xwedêda di derbarê amadekariyên cejnê de wiha axivî: “Ez di serî de vê cejnê li hemû Êzidiyan pîroz dikim. Hemû cejin ji bo me pîroz in. Cejna qurbanê hersal di vî demî de tê pîroz kirin. Di vê cejnê de her mala bi qasî ku karibe qurbanekê serjêdike û xêr çêdike. Em êvara cejnê qurbana xwe ser jê dikin, sibeha cejnê di kelîninin, banî cîranên xwe dikin û bi hevre dixwin. Zarok li cejna digerin, em jî şekiran didin wan. Berya fermanê me gelek xweş cejnên xwe pîroz dikirin lê niha ne wekî berêye. Dema di be cejin êsîrên me tên bîra me. Ew dayik û xuşkên ku di van rojan de diçûn cem dayikê xwe û cejin pîroz dikirin tên bîra me. Ji bo wê yeke dilê me gelek bi êşe, lê em cejnên xwe çêdikin da ku neyên ji bîrkirin. Dijmin xwest me tine bike û rê û resmên me winda bike. Lê çi jî bike ew nikare Êzidiyan tine bike. Hetanî yek Êzidî jî bimîne ew ê van rê û resman çêbike. Cejin roja aşitiyê ye, civakbûna me li ser van tiştan xwe diparêze. Em van rê û rêsmên xwe pêkneynin ti wateya ola me namîne. Hêviya me ewe ku dayik û xuşkên me yên êsîr bi zûtirîn dem li me vegerin û em bi hev re cejnên xwe pîroz bikin. Ez dûbare vê cejnê li hemû miletê Êzidî pîroz dikim.”

Sêvê Xidir jî li ser wateya cejna got: “Ev cejneka me ya mezin û pîroz e. Dema sibeha cejnê em zûde radibin û şekiran datinin ber derî. Em destpêkê cejna mala xwe pîroz dikin û piştra digerin û ya derdorê xwe jî pîroz dikin. Em gelek kêfxweşin ku em cardin li ser axa xwe rê û resmên xwe pîroz bikin. Dijmin ev ferman rakir da ku em dev ji rê û resmên xwe berdin, lê bila dijmin baş bizanibe çi jî bike nikare me ji rêya ola me dûr bixe. Ez vê cejnê li hemû gelê Êzidî pîroz dikim û ji miletê Êzidî re serkeftin dixwazim û hêviya me ji wan heye ku bibin yek tifaq.”

(zt)