Berxwedana greva birçîbûnê di roja 6’an de ne

11:37

JINHA

AMED - Çalakiya Berxwedêrên greva birçîbûnê ya ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bê kirin hatiye destpêkirin di roja 6'an de didome.

Çalakiya 50 Berxwedêrên Greva Birçîbûnê yên ku ji bo ji Rêberê PKK’ê agahî bê girtin bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê li avahiya HDP’ê dane despêkirin di doja 6'an de berdewam dike. Bernameya ziyareta çalakgerên ku di 5'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kirin, her roj saet di 10.00'an de dest pê dike. Ziyaret li salona Konferansê ya Vedat Aydin tên qebûlkirin. Di roja 5'an de ji 7 salî heta 70 salî welatî hatin serdana çalakgeran. Kal, pîr, astengdar û gelek nûrenên saziyên civakî duh hatin çalakger ziyaret kirin.

Serokwekîlê Koma HDP'ê û endamê heyeta Îmraliyê Îdris Baluken, Ocaxa Pîr û ewladê Dêrsimê, revêveberên THÎV'ê yên Amedê, meleyên DİAY-DER'ê, şanoger, sînemager, hunermend, nivîskar jî di navde bi hezaran kes çalakger ziyaret kirin. Meclîsa Navenda Giştî ya DBP'ê, bi boneya bi Ocalan re hevdîtin pêk bê civîna xwe yi avahiya DBP'ê ya Amedê pêk anî. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di beşa civînê ya ji çapemeniyê re vekirî axaftin kir û li ser girîngî û wateya çalakiyê axivî.

Ji girtiyên Girtîgeha Tîpa F-1 a Tekirdag û gelek girtîgehên din peyam şandin û berxwedana çalakgeran silav kir.

Berxwedêrên di çalakiyê de peyam şandin ji kedkarên perwerdehiyê ku ji peyvirê hatin dûrxistin û diyar kirin ku ew bi wan re ne. Dîsa lênûska bîranîna çalakiyê ya "Nîşeyên Gravê" rastî eleqeyek mezin tê. Welatiyên lênûskê dinivîsin, girêdana xwe ya bi Ocalan re tînin ziman. Kal û pirên ku tên ziyaretê jî bi dengê bilind ji bo çalakgeran dua dikin.

Li salonê komên ku li ser felsefe û têbiniyên Ocalan niqaşq dikin jî hene. Dîsa geşedanên di nava roje de pêş dikevin jî niqaş dikin.

(kom/zt)