‘Li hember eniya deshilat em eniya gel mezin dikin’
13:00
Şengar Biradost/JINHA
KERKUK – Endama Desteya Damezrêner a Eniya Demokratîk a Gel Şîrîn Murad diyar kir ku jin di hemu pozisiyonê organiyên eniyê de cîh ê xwe digrin, ji bo maf û azadiya jinê tekoşîneke sitratîjîk û bingehîn dide meşandin.
Di rojên derbasbûyî de li Başurê Kurdistanê Eniya Gel a Demokratîk hat avakirin. Piştî ku rewşenbîr, wêjevan û siyasetmendarên di nava eniyê de cîh digirin, bi awayek fermî avakirina eniya xwe bi daxuyaniyekê bi raya gişti re par kirin xebatên wan bi lezgînî despêkirin. Niha jî amadekariyên kongreyê tên kirin. Endama Desteya Damezrêner a Eniya Demokratîk a Gel Şîrîn Murad diyar kir ku ew hêvî dikin hemu aliyên dîmukratikxwaz tevlî yekemîn kongreya wan bibin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û arîşeyên Başûrê Kurdistanê çareseriyê bi hev re bibînin.
Şîrîn sedema avabûna eniya wan wiha nirxand: “Bê guman rewşa başûr tenê bi partiyekî nikare ber bi çareseriyê ve biçe. Ji ber ku pêwîstiya rewşê bi hev fikriya hemu aliyên Azadîxiwaz û demokratîk heye. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê aliyên cuda dibin banekê de kom bibin û dan û sitandina fikir bikin. Ji bo wê jî pêwîstî bi avakirina eniyek wiha hat ditin.
Şîrîn destnîşan kir ku hîna eniya wan nûye ji nû ve dest bi xebatan dikin û wiha berdewam kir: “Bi giştî eniya me hêj nuye ji bo wê jî hêj karvedan û refleksên wan diyar nine, lê em hêvî dikin ku ew refleksên baş nîşan bidin. Ji bo ku em bi erk û berpirsiyartiya xwe bi hemberî gelê xwe re bin, em hewl didin bi hev re karê hevpar ji bo xizmeta gel bikin.
Şîrîn rol û giringiya jinan di nava eniyê de wiha anî ziman: “Jin di nava vê eniyê de pêşengiya xwe heye, ji bo xebata demokratîk tekoşînê dide. Jin di hemu pozisiyonê organiyên eniyê de cîh ê xwe digrin. Ji bo maf û azadiya jinê tekoşîneke sitratîjîk û bingehîn dide meşandin. Jin bi îrada xwe erk û berpirsiyartiya xwe pêşengiyê ji xebatên eniyê re dike.”
Şîrîn bilêv kir ku wan nû dest bi xebatên eniyê kirine û wiha dom kir: “Di pêngava yekemîn de em hewil didin ku xwe bi gel bidîn nas kirin. Gel bi zelalî bername û sitratîjiya eniya me nas bike. Em hewl didin ku peywendî û nezîkatiyan bi kes û aliyên azadîxiwaz re çê bikin. Ji bo ku bikarbîn bi hev re pirojeya hevfikirî û hev xebatiyê di civakê de pêş bixîn. Aliyek din de jî enî xwe ji bo lidarxistina yekemîn kongreyê amade dike. Em dixwazin kesên azadîxiwaz tevlî kongreyê bibin, ji bo çareseriyê gav bên avêtin û gel di jiyaneke aram de bijî.”
(zt)