Pervîn Buldan: Em ê jî ji derve tevlî berxwedanê bibin
15:01
JINHA
AMED - Wekîla Seroka Meclîsê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, di ziyaretê de diyar kir ku ger bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin ev kaos dê bi dawî bibe û wiha got: "Yên ji aştiyê ditirsin naxwazin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em dê li dijî zilmê di ber xwe bidin û li derve bibin perçeyê berxwedanê."
Serdanên ji bo 50 dildarên ku li avahiya DBP’ê ya Amedê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk bê û jê agahî bê girtin hatiye destpêkirin di roja 6’emîn de didome. Li Salona Konferansyê ya Vedat Aydin pankarta ku li ser slogana “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” a di 1999’an de li dijî komploya li hemberî Ocalan pêk hatibû, hatibû pêşxistin hate daliqandin.
Ji Bloka Aştiyê piştgirî
Berxwedêrên Greva Birçîbûnê saet di 10.00’an de piştî ku hatin salonê demeke di navbera xwe de sohbet kirin. Ewil rêveberên DBP’ê yên bajar û navçeyan hatin serdana Berxwedêrên Greva Birçîbûnê. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredar, Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan jî hatin serdanê.
‘Vê gerevê daxwaza me ya aştiyê zêdetid kir’
Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Ercan diyar kir ku tekane hewldanên wan ji bo aştiyê ye û wiha berdewam kir: “Ev çalakiya ku beza 100 metre ya dê derî û pencereyê diyalogê veke.” Bahadir bilêv kir ku ev greva kul i ser navê aştiyê pêk tê daxwaza wan xurtir kiriye û wiha berdewam kir: “Di van rojan de gotineke kut ê kirin heye ew jî bêalîbûn e. Heke em aştiyê dixwazin ji xwe alî diyar in. Em ê jiyanake aştiyane li ser vê axê bihevre înşa bikin.”
‘Ev tecrîd ji bo yên ku pêk tînin şermek e’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî wiha got: “Ji bo ku bi Birêz Ocalan ê li Girtîgeha îmraliyê dîl hatiye girtin hevdîtin pêk bê 50 kesan dest bi grevê kirine. Ji bo yên ku dest bi grevê kirine rûmet in lê ji bo yên ku hevdîtina bi Ocalan re asteng dikin şermek e. Em li vir careke din bi awayeke zelal dibêjin ku divê di demeke kin de Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî spasiyên xwe pêşkêşî mêvanan kir û wiha berdewam kir: “ Ji ber ku me bersivek negirtiye bi yek daxwazî dest bi grevê kir. Heta em ji Birêz Ocalan agahî bigirin em bimirin jî em ê vî grevî bidomînin. Ji bo ku hin tişt bê sererastkirin divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bê. Yek gotinekî Birêz Ocalan dê bikaribe pêvajoya Rojhilata Navîn bikaribe biguherîne.”
Pervîn Buldan jî anî ziman k udi hevdîtina dawî de gotina Ocalan a “Heke aştî pêk neyê, mekanîzmayên ji bo aştiyê neyên avakirin dibe ku em careke din hevdu nebînin” bi bîr xist got ku Serokomarê vî welatî pêvajo da rawestandin û welat ber bi şer ve bir, di encama şer de bi sedan mirov hatin qetilkirin û rewşa kaosê jî didome heke bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk bê ev rewşa kaosê dê bi dawî bibe. Pervîn got ku ew ê piştgiriyê bidin berxwedêran.
‘Heta ku em muxatab bibînin em ê li ber xwe bidin’
Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan a di grevê de ye jî diyar kir ku ev serdan ji bo wan moral e, ji berk u ligel hemû hewldanan dengê wan nehatiye bihistin dest bi vî grevê kirine heke diyalog pêk neyê dê şer giran bibe û wiha axivî: “Em niha muxatab nabînin. Heke çareserî pêk bihate evqas mirov dê neketana grevê. Grev tercîh nedikirin. Divê ev şerê li ser birêz Ocalan tê meşandin divê bê bidawîkirin. Em ê vê tecrîda k udi şexsê rêbertiyê de li ser gel tê ferzkirin qebûl nekin. Divê di demeke kin de heyeteke serbixwe, parêzer, malbat bikaribin hevdîtinê pêk bînin. Jibilî vê em tu caran daxuyaniyan qebûl nakin.”
Dayika Aştiyê Halîme Işik jî wiha got: “Ev vî grevê pîroz dikim. Heta ku em ji serokatiya xwe agahî bigirin dev ji çalakiyan bernadin. Ev salek û nîv e zarokên me tên kuştin, bajarên me tên bombekirin, xirakirin. Em ê ji kesên ku zarokên me şewitandin hesab bipirsin. Weke dayik vê yekê qebûl nakin û û bêdeng namînin. Ev 3-4 roj in li şaredariyên xwe rûdinên. Heta em sax bin hûn nikarin şaredariyên me desteser bikin ne jî dikarin Rêberê me, j ime bigirin.”
Herî dawî dayika Mehmet Hayri Durmuş, Zekiye Durmuş peyama ku berxwedêrên grevê silav dike şand.
(kom/zt)