Berxwedêrên Greva Birçîbûnê: Bawerî bi daxuyaniya hevdîtinê neyînin - HATE NÛKIRIN

JINHA

AMED - Berxwedêrên Greva Birçîbûnê diyar kirin ku divê îtibarî nûçeyên ku dê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin, neyê kirin û wiha gotin: “Ji bo me biryara çalakiyê weke roja yekemîn zelal e. Ji bo me tu wateya ku daxuyaniyên tên dayîn tuneye.”

Berxwedêrên Greva Birçîbûnê têkîldarî nûçeyên ku dê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin daxuyanî dan. Li ser navê Berxwedêrên Greva Birçîbûnê Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim axivî.

Nadîr bilêv kir kul i ser pirsên ku têkîldarî nûçeyên k udi çapemeniyê de hatiye belavkirin pêwîst ditine ku daxuyaniyê bidin û wiha got: “Îro saetên di nîvro de li ser hin nûçeyên k udi çapemeniyê de hatin belavkirin me jî pêwîst dît ku daxuyaniyekî bidin. Ev daxuyanî me jî di çapemeniyê de bihîst û agahiyeke ku gihîştiye me tuneye. Ji bo me biryara çalakiyê wekî roja yekemîn zelal e. Rewşekî ku hatiye guhertin nîne. Tu wateya daxuyaniya ku hatiye dayîn ji bo me nîne. Daxwaza me yek e û bi Birêz Ocalan re heta ku malbat, parêzer an jî heyetek biçe hevdîtinê pêk bîne û encamê j ime re ragihîne dê çalakî heta dawî bidome.”

‘Bila gelê me îtibar neke’

Nadîr destnîşna kir ku divê gel îtirabî van daxuyaniyan neke û wiha got: “Ji 5’ê Îlonê heta niha hêrs û bi biryarbûna ke hê jî didome. Gelê me ev 6 roj in li dora me bûye xelet ji bo vê em spasiyên xwe pêşkêş dikin. Nûçeyeke din a ku em ji çapemeniyê agahdar bûne jî ew ku polîsên Fransayê dixwazin berxwedêrên ku di çalakiyê de ne bi zorê belav bikin. Em vî helwesta antî-demokratîk a hikûmeta Fransayê şermezar dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Pêkûtî me bêzar nakin” bi dawî bû.

(kom/zt)