ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

* Turnuveya Amed Tenîs Cupê ku îsal ya 6'emîn pêk tê rastî eleqeyeke mezin ya zarokên keç tên. zarokên keç yên k udi îdealên wan de lîstikvanên tenîsê yên wekê Serena Vîllîam û Azarenka hene îsal hedefa wan şampiyoniye.

* Kurê Vesîle Balikê, Vedat salek berê li ber çavê wê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Vesîleyê diyar kir ku ji bo xwîna Vedat bide sekinandin bi saetan destê xwe daye ser birîna wî û got: "Ez yek ji bi hezaran dayikên ku zarokên wan li ber çavê wna hatiye qetilkirinê me. Ti desthilatdarî nekare bi rondikên dayikan li ser piya bisekine. Wê AKP di rondikên dayikan de bifetise."

* Rêxistina Jinan Gabrîella ya li Fîlîpînê bi sed hezaran endamê wê hene û navê xwe ji fermandara jinan a di têkoşîna serxwebûna welat ya 200 sal berê hatiye jiyîn Gabrîella Sîlang girtiye, li dijî zîhniyeta serdest têdikoşe. Rêxistina ku 50 hezar endamê wê hatin girtin bûye serhildan û hêviya jinên welat ku xizanî, koçşberî û fuhuş lê zêde ye.

* Malbata Emîre Gok ya di dema qedeya Nisêbînê de bi du guleyan hat qetilkirin, doz vekiribûn, lê doz hat rawestandin. Malbatê xwestin ku guleyên Emîre qetilkirine, ji ku hatine û ji aliyê kê ve hatine hîn bikin lê ji raporên otopsiyê encam negirtin û dos hat rawestandin.

* Jinên Wanê yên ji ber pêvajoyê ti wateya cejnê nabinin gotin: "Em dixwazin aştî û aramî bikeve Kurdistanê. Ji ber aramî nebe cejin jî bi dilxweşî nayê pîrozkirin."

* Şaredariya Seyhanê bi hinceta li Kolana Çandê tadîlat tê kirin tezgahên jinan radikin. Jinên bi salan eli kolanê esnafiyê dikin û debara xwe dikin gotin ew destur nadin navê wan ji destê wan bê girtin.

* Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel got li dijî tehdîda tayyînkirina kayyumê li şaredariyê çalakiya nobetê dane destpêkirin û got: "Kayyum ferzkirina 'ti koleye ezê te bi rêve bibim' ye. Em mala xwe terk nakin. Emê li şaredariya xwe nobetê bigirin. Werin em bibin yek û xwedî li mala xwe derkevin."

* Zarokên penaber ên li kampa Roj dijîn xeyala wan vegera warê xwe û xwendina dibistanê ye.

* Li bajarê Til Temirê jinên ku amedekariya Cejna Qurbanê dikin gotin: "Hêviya me ew ku ev cejin bibe wesîleyê aştî û azadiyê. Êdî em şer û rijandina xwînê naxwazin."