Vesîle Balik: Ti desthilatdarî nekare bi rondikên dayikan li ser piyan bisekine

09:02

JINHA

WAN - Kurê Vesîle Balikê, Vedat salek berê li ber çavê wê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Vesîleyê diyar kir ku ji bo xwîna Vedat bide sekinandin bi saetan destê xwe daye ser birîna wî û got: "Ez yek ji bi hezaran dayikên ku zarokên wan li ber çavê wna hatiye qetilkirinê me. Ti desthilatdarî nekare bi rondikên dayikan li ser piya bisekine. Wê AKP di rondikên dayikan de bifetise."

Li Ertemîta Wanê li taxa Şehîd Firat di 15'e îlona 2015'an de polîsan gule barandin û Vedat Balik yê 18 salî hat qetilkirin. Dayika wî Vesîleyê got ew bûye şahidê bûyerê û bi saetan birînda wî bi detê xwe girtiye û li bende ambulansê maye. Vesîleyê da zanîn ku wê wek dayikekê bêçaretiya herî mezin jiyaye û got xwezî kurê wê biçûya Çiya lê li ber çavê wê nemiriba.

Vesîleyê got roja bûyerê li taxê pevçûn hebûye û got: "Ez li malê bûm. Vedat hat ber çavê min ez carekê de rabûm. Dengê çekan dihat. Ez çûm kolanê. Her kes li kolanê bû. jinekê bang min kir. Destê min girt ku min bibe. gule dihatin barandin. Ez çûm kolana ku pevçûn lê heye. Qelebalixek mezin hebû. Ez qêriyam. Min dît ku ciwanek li erdê ye."

'Min got belkî xwer dirêj kiriye'

Vesîleyê wiha berdewam kir: "Di nava xwînê de mabû. Stuyê wê bi guleyê qûl bibû. Min bi tiliyên xwe birîna wî girt. Min rûyê wî vekir. Piştî deqeyan şûnde heta j imin hat ez qêriyam. Wekê ku Vedat ketibû xewekê. Em bi saetan li bende ambulansê man. Polîs nehişt ambulsan bikeve taxê. Ger zû bihata belkî kurê min bijiya."

Vesîleyê bi lêv kir ku salek ser bûyerê de derbas bûye, lê serî li ti rêyê hiqûqî nedaye û got: "Ji ber tiştek jê dernakeve. Wan kesan teslîmê xweda dikim. Hêvîdarim ew jî bibin şahidê mirina zarokên xwe."

'Hêrsa me ji êşa me mezintire'

Vesîleyê destnîşan kir ku dayik ji ber bêçarestiyê aştiyê naxwazin û got: "Ez wek dayikek ku kezeba min şewitiye dîsa dibêjim aştî. Ev êşa me dikare bi sedan desthilatdariyên wek AKP'ê tine bike. Em naxwazin ciwan bikevin bin xakê. Hêrsa me ji êşa me mezintire. "

(htk-va/hu)