‘Bila di cejnê de tecrîd bê rakirin’

09:07

JINHA

WAN – Jinên Wanê yên ji ber pêvajoyê ti wateya cejnê nabinin gotin: “Em dixwazin aştî û aramî bikeve Kurdistanê. Ji ber aramî nebe cejin jî bi dilxweşî nayê pîrozkirin.”

Cejna qurbanê nêz dibe, lê li nava kolanên Wanê ti hewayê cejnê nayê dîtin. Dema ku me mikrofuna xwe dirêjî jinan kir ji ber bandora pêvajoyê ew cejnê pîroz nakin. Jinên Wanê diyar dan zanîn ku ji ber pêvajoyê ew çi wateya cejnê nabinin û dibêjin ku, hewceye di demek zû de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û aramî bikeve herderê.

Jina bi navê Bêrîvan Ozkaya ya ya ku li gel bavê xwe di dikanê de dixebite bilêv kir ku li gorî salên din îsal welatî amadekarîya cejnê nakin û wiha domand: “Gelek welatî tenê da dilê zarokan xweş bikin amadekariyê cejnê dikin û cilan distînin. Eleqa ji bo cejnê tuneye. Ez ti wateyê nadim şer, ji ber dawiya her şerekê aştiye, ji bo wê jî hina zêdetir giran nebûyî divê çareseriyek bêdîtin. Dewlet bajaran xiradike, di vî şerê giran de ziyanê dide her kesê û dilê dayikan dişewite.”

‘Bila tecrîd bê rakirin’

Derya Kaya pêşiyê sîyasetmendarên greva birçîbûnê silav kir û wiha got: “Ji bo cejnê demek kêm ma. Parlementerên me di greva birçîbûnê dene. Em ê çawa cejnê pîroz bikin. Ji demên berê heya niha her tim cejnên me bi xemgînî derbas dibin. Em tenê aştiyê dixwazin. Tecrîda giran li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan heye û daxwaza me ew e ku ew tecrit di demek zû de bêrakirin. Bila ev xwîn bisekine. Em hez nakin kes bê kuştin. Dinya têra me hemûyan dike.”

Dayika Zerife Aslan jî got: “Serê sibê ji bo amedekariya cejnê digerim, lê hez nakim ku parlamenterên di grevê de ez cejnê pîroz bikim. Em dibêjin bila ev cejn bibe wesileya aştiyê. Dilê me nexweşe. Çi wateya cejnê nehiştin. Em jî nizanin ka cejin heye yan tune.”

Ugur Gur ê 9 salî jî dê roja cejnê jî solan boyax bike ji ber ku wê rojê kar gelek heye. Ugur ê ku ji bo dibistana xwe û debara malbata xwe saleke vî karî dike got: “Ez alîkar bavê xwe dibim. Di rojên cejnê de karê min heye, ji ber wê ez ê bixebitim û şekir kom nakim. Ez jî taxa me acizim. Her roj polîs diwarên taxan bi bombeyan qul dikin. Ez ji polîsan ditirsim, hez nakim ku polîs li taxên me bigerin û aramiya me xira bikin. Em tenê aştiyê dixwazin. Aştî ji bo me pêwîste.”

(hk-htk/zt)