Gulîstan Akel: Kayyum ferzkirina ‘ti koleye ezê te bi rêve bibim’ ye

09:09

JINHA

ÊLIH – Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel got li dijî tehdîda tayyînkirina kayyumê li şaredariyê çalakiya nobetê dane destpêkirin û got: “Kayyum ferzkirina ‘ti koleye ezê te bi rêve bibim’ ye. Em mala xwe terk nakin. Emê li şaredariya xwe nobetê bigirin. Werin em bibin yek û xwedî li mala xwe derkevin.”

Li şaredariya Êlihê li dijî tayyînkirina kayyuman ev du rojin çalakiyên nobetê hatine destpêkirin. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akelê bang li hemû gel kir ku tevlî çalakiyê bibin û got gelê Kurd heta niha xwedî li hemû qezencên xwe derketiye.

'Gel red dikin’

Gulîstanê da zanîn ku gelê Kurd bi sazî û partiya xwe îdiayek wan ya ji bo jiyanê heye û got: “ projeya herî rast avakirina jiyanê projeya xweseriya demokratîke. Ji ber vê ev proje hat îlankirin. Lê wan gotin ‘na ti nekarî xwe bi rêve bibî. Ti koleye, ezê te bi rêve bibim, tiyê li gorî min bijî.’ Ji ber hem pratîka demokrasiyê û hem jî îdiaya şaredariyên DBP’ê heye. Hem jî di alî azadiya jinê de îdia û pêkanînên wan heye.”

'Em dest jê bernadin’

Gulîstanê da zanîn ku ew kayyuman qebûl nakin û li dijî vê wê têbikoşin û got: “Emê têkoşîna jiyana xwe bidin. Bi tirs û çewisandinê nekarin me ji mala me bikin. Gel heta îro rastî her cureyê pêkanînê hatiye. Me ev li Cizîr û Sûrê jiya. Lê me ti car dest ji têkoşîna xwe berneda.”

'Emê cejnê li şaredariyê pîroz bikin’

Gulîstanê diyar kir ku şaredariya Êlihê û yên navçe û bajarokên wê çalakiya nobetê dane destpêkirin û got: “Emê bi hemû rêveber, gel û saziyên xwe nobeta xwe bidomînin. Emê di cejnê de jî li vir bin. Eme cejna xwe li vir pîroz bikim. Em mala xwe teslîmê kesên din nakin.”

(za/hu)