‘Li hember qeyûman berxwedan berdewame’

12:27

JINHA

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku ew ê qeyûman nas nekin û li hemberî qeyûman berxwedan rewa ye û wiha got: “Ev kesên ku zilmê li gelê me dikin dikarin çi bidin gel? Em bang li gelê xwe dikin kul i dora şaredariyan kom biben û têbikoşin.”

Li dijî tayînkirina qeyûman Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel a di greva birçîbûnê ye bêdem û bêdorveger de ye daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li avahiya DBP’ê ya Amedê hat dayîn de Sebahat diyar kir kul i tevahiya Kurdistanê înter hatiye qutkirin û bi vî rengî tê xwestin ku gel xwe negihîne şaredariyan, li şaredariyên Êlih, Colemêrg, 20 navçe û 2 bajarokan peyûm hatine tayînkirin.
Sebahat anî ziman ku qeyûm ji bo wan tuneye û wiha berdewam kir: “Dora şaredariyên me pêçane, dibe ku hevalên mu di serdegirtinan de bi zorê bibin lê din ava dema dirêj de nikarin encamê bigirin. Ev darebeyek e û li dijî vî darbeyê berxwedan mafeke herî mezin e.”

Sebahat destnîşna kir ku qeyûmên ku hatine tayînkirin walî û qeymleqam in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ji rêzê tayîn nekirine. AKP mekanîzmaya dewletê wekî qeyûm tayînî şaredariyên me kiriye. Diçin şaredariyan û gotina ‘me rêveberî desteser kiriye’ bi kar tînin. Ji Konseya Sulhê re heman rêbaz e. AKP’ê jî heman nêzîkatî bi kar aniye. Nêzîkatiyên herduyan jî wek hev e. Di navbera wan de tu cadetî tuneye.”

‘Li Kurdistanê hikmê AKP’ê nemaye’

Sebahat da zanîn ku ev hemû di dema darbeya 12’ê Îlonê de hatiye jiyankirin û niha jî hikûmeta AKP’ê heman tiştî dike û wiha got: “Tenê ne em divê gelên Tirkiyeyê vê yekê qebûl nekin. Nikarin bi KHK’an ve welat bi rêve bibin. Li hemberî vê berxwedan, nenaskirin mafekî rewa ye. Çi karê walî û qaymeqaman li şaredariyan heye. Heke hûn îda dikin ku şaredariyên gel nîne wê demê çima naçin hilbijartinê. Em îro biçin hilbijartinan. Lê ew dizanin ku ji bo gelê Kurdistanê hikmê AKP’ê nemaye.

AKP li Kurdistanê malê me bi serê me de xera kir û sivîlan qetil kir. Hemû mafê jiyanê xesp kir û hemû azadiyan hilda asqiyê. AKP li Kurdistanê ji bilî êrîş, zor û zulme ne tiştek dinê ye. Eger ku rêz ji vîna gel re bigirtana tişta ku niha pêk bihata dê hilbijartinbûya. Dê gelê me vê yekê nas neke.

KHK hêj li parlementoyê nehatiye nîqaşkirin. Qanûna turik jî derbas nebûye. Dixwazin vê b ime bidin erê kirin û şerma nakin me gefan li me dixwin. Dema ew derdikevin kolanan rewa ye lê dema em derdikevin kolanan dibe suc. Em ê vê yekê qebul nekin û li dijî darbeyan têkoşîn bidin. Dê gelê me biser bikeve û qezenç bike. Vî gelî hemû pêkûtî û zextan dît, lê tu demê dev ji demokrasî û azadiyê berneda.

Em bang li hemû gelên Tirkiyê û partiyê siyasî dikin. Tiştên îro tên kirin siyaseta demokratîk asten dikin û demokrasiya heremî jî ji holê radikin. Divê ku hemû gelên tirkiyê li hember vê yekê rabe serhildanê û li berxwe bide û nerazîbûn nîşan bide. Ji hilbijartinan re 2 sal heye. Dê di vê pêvajoyê de ji gel re xizmetê bikin gelo û wê çawa derbikevin pêşiya gel. Ji ber ku gel deng neda wan di nav salek dawî de hemû cûre îşkence û zilmê kirin û bûn hevparên qetliyaman.”

‘Ên ku gelê me şewitandin hatin tayînkirin’

Sebahat di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ên ku Sîlopî, Cizîr serobino kirin, fermana şewatindana mirovan dan, li Şirnexê fermana êrîşê dan, Farqîn serobino kirin, Sûr serobinokirin, zilm pêk anîn, bûn sedama mirina mirovan ji rêveberiya herêmî ya wê derê berpirsyar hatin tayînkirin. Ên ku zilm li vî gelî kirin gelo dikarin çi bidin vî gelî?

‘Dê têkoşîneke demdirêj be’

Ji bo ku gelê me têkoşîna xwe ya demokratîk pêş bixin û em dibêjin divê îradeya xwe derxînin holê. Sedema hemû pirsgirêkan nêzîkatiya dewletê ya pirsgirêka kurd e. Bêdengmayîna li hemberî vê yekê dev ji rûmeta mirovahiyê berdan e. Em ê dev ji rûmeta xwe bernedin. Qeyûm ji bo me nîne. Ev dê bibe têkoşîneke demdirêj. Dixwazin hêviyên me bişikînin lê em ê hêvî û têkoşîna xwe xurt bikin bila tu gumana gelê me nebe.”

(kom/zt)