Çalakiya Berxwedêrên Greva Birçîbûnê di roja 7’an de berdewam dike
12:31
JINHA
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê hatiye destpêkirin, di roja 7'emîn de bi serlêdanan berdewam dike.
Di avahiya DBP'ê ya Amedê de ji bo hevdîtin û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi beşdariya 50 siyasetmedarên kurd li Amedê greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger hat destpêkirin. Çalakiya siyasetmedaran di roja 7'emîn de bi serlêdanan berdewam dike. Duh ji rêveber û xebatkarên DBP'ê, heta tevahiya beşên civakê, ji Bloka Aştiyê heta siyasetmedar û hevserokan bi sedan kes hatin serdana berxwedêrên greva birçîbûnê. Hevşaredarên Amede Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên navçeyan û Wekîlê Serokê Meclisê yên HDP'ê, ji Heyeta Îmrliyê Pervîn Buldan, wekîlên HDP'ê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran jî di nava serlêdanan de bûn.
Der barê agahiyên 'hevdîtinê' de daxuyanî
Agahiya herî girîng a rojê jî nûçeya dê hevdîtin bi Ocalan re pêk bê bû. Li ser israran berxwedêran di vê der barê de daxuyanî da û aşkera kirin ku ev agahî bi tu awayî wan eleqedar nake, di vê der barê de ji gel jî hat xwestin ku baweriya xwe bi van agahiyan neynin.
Her wiha duh di saetên êvarê de hunermend Xêro Abbas û lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî hatin serdana berxwedêrên grevê. Abbas bi stranên xwe çalakvan silav kirin. Lîstikvanên DBBŞT'ê bi xwezayî lîstika 'Şanoya Werzîşê' lîstok leyistin.
Dîsa kesên hatin serdanê di "Lênûska Nîşeyên Gravê" de peyamên xwe nivîsin.
(kom/zt)