Çalakiya greva birçîbûnê ya Qamişlo dawîbû
12:55
JINHA
QAMIŞLO - Duh êvarê greva biçîbûna dorveger a ku di 7'ê mehê de hatibû destpêkirin, bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û biryardariya dewamkirina têkoşîna li dijî tecrîdê dawîbû.
Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek deveran çalakiyên greva birçîbûnê despêkirin. Di 7'ê mehê de bi pêşengtiya Kongreya Star û Yekîtiya Ciwanên Rojava li taxa Hilîliyê ya Qamişlo konê çalekiya greva birçîbûnê hat vedan. Her roj rêxistin û saziyên kantonê greva birçîbûnê dewr girtin. Duh jî Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava û Saziya Malbatên Şehîdan di grevê de bûn. Tevahiya rojê gel kom bi kom serdana grevê kirin.
Rêvebera Asayişa Gel a bajarê Qamişlo Hesîne Ehmed girêdana hêzên Asayişa Gel bi Abdullah Ocalan û soza pêkanîna armancên wî bilêv kir. Zaroka bi navê Şêrîn Ehmed jî ji bo çalekgeran helbesta xwe ya ji bo Abdullah Ocalan nivîsiye xwend.
Cîgira Seroka Kongreya Star û endama komîteya amadekar a grevê Welîde Botî jî got: "Em bi gotinên rayedarên Tirk naxapin, heya ku hevdîtin pêk neyê, dê çalekiyên me dewam bike. daxwaza me ya bingehîn rewşa ewlehî û tendûrustiya Rêberê me ye. Ev çar roj e ku ji bo Rêberê xwe me kon vedaye û em çalekî dikin. Îro greva me ya dorveger a birçîbûnê dawî lê tê, lê belê dê çalakî û têkoşîna me ji bo azadiya Rêberê me bidome."
Çalekî heya derengê şevê bi gotina stranên şoreşgerî û dûruşmeyên “Dilê me, canê me, Apo ye Serokê me”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” dewam kir.
(en/aş/zt)