Li Rojava çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê berdewam dikin

13:16

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Li kantonên Rojava çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Li bajarokê Çilaxa meşe girseyî hate lidarxistin, rewşenbîrên Amûdê şevbêrka helbestê organîze kirin û Tevgera Jinên Ciwan jî li Kobanê konê çalekiyê danî.

Girkê Legê

Di bin dûruşmeya 'Azadiya Rêber Apo Azadiya Me ye' gelê Kurd û Ereb meşeke girseyî pêk anîn. Li bajarokê Çilaxa yê girêdayî Girgê Legê a Kantona Cizîrê gelê Kurd û Ereb bi girseyî meşiyan û azadiya Abdullah Ocalan xwestin. Meşa ku ji hêla TEV-DEM'ê organîze bû, gelê ji bajarokê Til Koçer, Girkê Legê jî beşdar bûn. Di meşê de gelek alên YPG-YPJ,PYD û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş ji destpêka ketina bajarok destpêkir û heya qada Şehîd Kawa dirêj kir. Li wir ji bo cangoriyên têkoşînê rêz hate girtin.

Endamê Meclîsa Gal a Til Koçer Newaf Xedhan axaftinek kir û got: "Em bi navê gelên Til Koçer dibêjin ku em bi bizava biratiya gelan re ne,em parçekirina xaka Sûriyê qebûl nakin. Eger me bizanin dê projeya Federal Demokratîk dê Sûriyê parçe bike, em ê li dijî wê bisekiniyana. Lê em bi vê sîstemê re ne, ji ber ev sîstem biratya gelan diparêze. Em ji hêzên navnetawî re jî dibêjin bila werin vir û biratiya gelan bibînin. Em bi navê gelê Ereb jî bang dikin li Erdoxan ku tecîrda li ser Rêber Apo rake."

Endama Rêveberiya Kongreya Star Nezîha Sêfedîn jî destnîşan kir ku çend sale hevdîtina parêzeran bi Abdullah Ocalan re tê astengkirin û got: "Rêber Apo di nav şertên girtîgehê yên giran de ye. Pêwîste em gelê Rojava bi hemû pêkhateyên wê, bi şev û roj li ser lingan bin. Em ê her li qadan bin ji bo agahî ji Serokê xwe wergirin."

Piştî dawîkirina axaftinan çalakî bi şîarên “Bijî Serok Apo” û “Bijî biratiya gelan” bi dawî bû.

KOBANÊ

Tevgera Jinên Ciwan ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan were rakirin, li gundê Helincê dest bi çalekiya nobetê kir. Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan rabe, di bin dûruşmeya “Bi Pêşengtiya Jinên Ciwan Xweserî û Azadiya Rêber Apo misoger bike” konê nobetê li gundê Helincê ya girêdayî Kantona Kobanê vegirtin. Kon bi alên YCJ-YCR, posterên şervanên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane û posterên mezin ên Abdulah Ocalan hate xemilandin.

Konê ku hate vedan, dê hersê xetên gundan ya Kantona Kobanê bi dorveger tevlî çalekiya notebê bibin. Tê payîn di kon de semîner were dayîn û sînevîzyonek derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de were temaşekirin.

AMÛDÊ

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê yê şaxê Amûdê, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şevbêrka helbestan organîze kirin.
Şevbêrk li navenda Çand û Huner ya Hûrî pêk hat û bi dehan rewşebîrên bajar jî beşdar bûn. Şevbêrk bi deqeyekê rêzgirtina ji bo têkoşerên pakrewan destpêkir. Paşê helbestvan derketin û helbestên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşeran û herwiha ji bo cangoriyên komkujiyên Kobanê û Qamişlo nivîsandine, xwendin.

Henan Deqorî, Ebdo Meqsûd, Beşîr Malî Newaf, Arşek Arafî, Mihemed Agirî û Kurdyar Derêhî helbestên xwe xwendin.

(kom/zt)