Ji bo rakirina tecrîdê jinên ciwanên Kobanê di çalakiyê denin
13:21
JINHA
KOBANÊ - Tevgera Jinên Ciwan bi mebesta protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan konê çalekiyê vedan, çalekî bi beşdariyeke berfireh didome.
Li Kobanê jî çalekiyên nerazîbûna li beramberî tecrîdê dewam dikin. Tevgera Jinên Ciwan li gundê Helincê ku dikeve Rojhilata Kantonê konê çalekiyê veda. Jinên ciwan bi beşdariyeke berfireh, li dijî tecrîdê çalakî mezin kirin. Serdanên ji bo çalakvanan jî didomin. Rêvebera TEV-DEM'ê Raperîn Kobanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek vîna gelê Kurd û bindestan pênase kir û da zanîn ku dê heya agahî ji Abdullah Ocalan negirin, çalekiyên xwe bi vîn û hêzeke mezin bidomînin û got: "Dê ciwanên Kobanê li pey Serokê xwe sînoran rakin û heya Îmraliyê biçin."
Ciwanên di grevê de jî bi dûruşmeyên “Na ji jiyana bê Serok re” û “Bê Serok jiyan nabe” piştgiriya xwe ji bo nirxandinên Raperîn Kobanê nîşan dan.
Herwiha sînevîzyona li ser komploya navnetewî hate temaşekirin. Çalekiya ciwanan dê îro êvarê dawîbibe.
(ze/en/zt)