Gel li hember qayûmê dest bi berxwedanê kir
13:29
JINHA
ELÎH/WAN – Dema ku qayûm danîn ser şaredariyên Kurdistanê welatî herikîn ber şaredariyan û li vîna xwe xwedî derketin. Li Êlih û Erdişa Wanê welatiyên herikî ber şaredariyan rastî êrîşa polisan hatin, welatiyên gav paşde nedan dest bi berxwedanê kirin.
ÊLİH
Piştî tayînkirina qeyûmê sedan kesên li ber avahiya Şaredariya Êlihê hatin cem û bi dûrişmeyan tayînkirina qeyûmê protesto kirin. Welatiyên li ser kolana Amedê meş lidarxistin rastî mudaxaleya polîsan a bi guleyên plastîk û ava şid hatin. Di êrîşê de welatiyek bi guleya plastîk birîndar bû.
Li hemberî êrîşê gel dûrişmeyên 'Emê bi berxwedanê qezinc bikin' bi bedena xwe li hemberî êrîşê rawestiya. Di dema çalakiyê de gelek ajokaran jî bi lêdana korneyan piştgirî dan çalakvanan. Polîsên xwestin wesayitan girêbidin rastî nerazîbûna gel hatin û destûr nihat dayîn ku wesayit ben girêdan. Rawestandina gel a li ber avahiya Şaredariya Êlihê didome. Welatiyên ku agahiya tayînkirina qeyûmê bihîstin berê xwe didin ber avahiya Şaredariyê.
Ji ber tayînkirina qeyûmê aloziya li bajêr mezin dibe.
ERDÎŞ
Li ser tayînkirina qeyûmê sedan welatiyên Erdîşê ji bo biryara tayînkirina qeyûmê protesto bike li ber avahiya Şaredariyê kom dibe. Piştî kombûna welatî û hilbijêran, di navbera polîsan û gel de rageşî derket.
Ligel rageşiyê herîkîna gel a ber bi Şaredariyê ve jî dewam dike.
(kom/zt)