Til Temir li hember dagirkeriyê li ser piyan e
14:01
JINHA
TIL TEMIR – Niştecihên gundê Xêra bi alên TEV-DEM û posterên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji bo protestokirina dagirkirina Tirkiyê meşiyan û bi zimanê Erebî dûruşmeyên 'Na ji bo dagirkerî' qêriyan.
Gundiyên gundê Xêra yê girêdayî bajarê Til Temir ji zarok, ciwan, jin, kal û pîr meşek ji bo protestokirina dagirkeriya dewleta Tirkiyê lidar xistin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ala TEV-DEM'ê hate hildan. Meşvanan bênavber dûruşmeyên ku nerazîbûna xwe nîşanî dagirkirina axa Bakûrê Sûriyê bidin, bi zimanê Erebî gotin. Di dawiya meşa ku di nav gund de dewam kirî de hevserokê kumîna gund Ebdul Ezîz axivî û got: "Em spasiya QSD, YPG-YPJ'ê dikin ji ber ku parastina gel dikin. Em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin, dagirkeriya Tirkiyê nayê qabûlkirin."
Endama komînê Xedîca Xelef jî got: "Bi hevgirtina Kurd û gelên din dê ev ax tev azad bibe. Em ê bi berxwedanê besiva dagirkeriyê bidin."
Meşvana bi navê Nehla Ebdul Ezîz jî wiha axivî: "Ez ji hemû pêkhateyan re dibêjim gerek em li dijî vê dagirkiriyê derkevin û qebûl nekin ku kes axa me dagir bike. Bila Erdogan dûrî me be, em ê parastina xwe û axa xwe bikin û em vê dagirkiriyê qebûl nakin. Erdogan ger ku xwestibûya parastina me bike çeteyên DAIŞ'ê nedişand ser me û ev komkojî bi serê me nedianî. Bila nebêje ku dixwze parastina me bike, Êdî her tişt ber çavan."
Meş bi dûruşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” dawîbû.
(sş/rh/zt)