Welatiyên Serhedê: Em ê vîna xwe nedin destê kesê
14:11
JINHA
WAN - Gel ê Wanê û xebatkarên Şaredariyê diyarkir ku, ew ê qeyûman nas nakin û li hemberî qeyûman dê xwedî li şaredariyên xwe derbikevin û dest bi çalakiyan bikin.
Li dijî tayînkirina qeyûman gel ê Wanê û xebatkarên Şaredariyan bertekên xwe yên li dijî qeyûman anîn ziman û gotin: “Em ê xwedî li şaredariyên xwe derbikevin. Dorên şaredariyan hatine girtin. Şaredarî bi îdareya gel e. Ev darbeyek e û li dijî vê darbeyê jî ew dê çalakiyên xwe bikin û qeyûman nasnakin.”
‘Karê qeymeqam û walî yan li şaredariyan tuneye’
Jina bi navê Hanîfe Kaçak jî got ku, wan bi îradeya xwe di hilbijartinê de şaredariyên xwe hilbijatin û wiha got: “Karê walî û qeymeqaman li şaredariyan tuneye. Em vê qebûl nakin. Vîna gel tê şikandin. Gelek baweri bi xwe dikin bila dîsa hilbijartinê bikin û vîna gel bibînin. Ev şaredarî îradeya hezaran kesane. Nikarin bi serê qeyûman danin. Gelê kurd nemirîye em ê xwedî li şaredariyên xwe derbikevin. Em Hikumeta AKP’ê û kirinên wan şermezar dikin.”
‘Kes nikare vîna gel bişîkine’
Hevseroka HDP’ê ya Tuşbaya Wanê Saîme Ekîncî jî bertekên xwe li hemberî qeyûman wiha anî ziman: “Em hemû bi daxwaz û hilbijartina gel hatin. Şaredarî vîna gel e. Kes nikare vîna gel bişikîne û qeyûman xwe dane li ser şaredariyan. Vîna gel tê binpêkirin, ev tişt nayê qebûl kirin. Em dest ji şaredariyên xwe bernadin. Em ê xebatên xwe bi hêz berdewam bikin. Nikarin hezaran gel bêdeng bikin. Em bang li gel ê xwe jî dikin bila xwedî li şaredariyên xwe derbikevin.”
Endama Meclîsa şaredariya Rêya Armûsê ya Wanê Melahat Şedal jî wiha axivî: “Ev qeyûm darbeya sîvîle û li hemberî gel ê kurd e. Em li hemberî qeyûmên wan serî natewînin. Em ê ligel hemû welatiyan xwedî li şaredariyan derbikevin. Walî û qeymaqemên hatî nîşandan nikarin cihê hilbijêrên me bigirin.”
Girêdayî mijarê dê di seat 15.00’an de li ber deriyê Şaredariya Rêya Armûsêya Wanê daxuyanî bê dayîn.
(hk/zt)