Rewşa zarokê bi cismê li şona polisan mayî birîndarbû girane

14:30

JINHA

AMED - Li Taxa Sanayiyê ya Yenîşehîra Amedê cismê polisa daniyî teqiya zarokê 10 sali yê bi navê O. T. giran birîndarbû.

Li Taxa Sanayiyê ya Yenîşehîra Amedê zarokê bi navê O. T. yê 10 salî bi cismê li cihê polisan mayi leyîzî, cisim di dest de teqiya û giran birîndarbû. Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl ê. Zarok despêkê hildan amelyatê, pişre hildan beşa lezgîn. Hat zanîn ku rewşa zarok girane.

(ra-şa/zt)