Kongreya Star: Qeyûm darbeya ser vîna gel û jinê ye

14:41

JINHA

QAMIŞLO - Kordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku qeyûmên rejîma dîktator a darbekar darbeya li dijî vîna gel û jinê ye û banga pêşxistina têkoşînên mafdar kir.

Kordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî tayinkirina qeyûmna li ser Şaredariyên Bakûrê Kurdistanê wek darbeya li dijî vîna gel û jinê pênase kir.

Daxuyanî wiha ye:

"AKP’ê 24 Şaredariyên DBP'yî, bi fermana Erdogan û herî dawî Wezîrê Karê Hundir ji erk girtin û bi şûna wan qeyûm tayîn kirin. Ev êrîş darbeya li dijî vîn a gel, li dîjî vîna jinê ye. Hevserokên herêmê bi vîna gel hatine hilbijartin. Lê desthilatdariya AKP bi guhartina zagonên xwe li her derê dixwaze imparatoriya xwe îlan bike û li kêlek kiryarên hovane yên dagirkerî, komkujî û zextan, dixwazin bi zagonên paşmayiyên Osmaniyan desthilatdariya xwe saxlem bikin.

Piştî 15 Tîrmehê AKP êrîşên xwe li dijî derdorên demokratîkxwaz, jin, hêzên muxalîf, Elewî û gelê Kurd kûrtir kiriye. AKP li hemberî demokrasî, mafê jin û vîna gel şer îlan kiriye. Gelê me û jin pêwîste van kiryarên AKP wiha bidest bigrin û li gor wê xwe bi tevger bikin.
Wek Kongreya Star em ê heta dawî çalakiyên xwe yên mafdar li berameberî êrîş û dagirkeriya dewleta faşîst a Tirkiyê bidomînin. Em li cem gelê xwe û şaredariyên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê ku rastê qeyûman hatine, di doza azadî û demokrasiyê de israr bikin.

Dewleta Tirkiyê bi tayînkirina qeyûman, girtina bi dehan hevserokan û xebatkarên jin û mêr ên şaredariyan re bê tehammuliya xwe li hemberî vîna azad ya jinan û gelan carek din eşkere dike.

Di serî de wek jinên Kurd û hemû jinên Rojava, em êrîş û hovîtiya AKP-Erdogan şermezar dikin û dubare dikin ku vîna jinan û gelan tu car bi helwest û polîtîkayên çewisandinê têk naçe. Dê berxwedan heya serkeftinê domdar be."

(kom/zt)