Li Rojava nîqaşên ser pergala federaliyê berdewam dike
15:45
JINHA
TIL TEMIR – Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hedye Yusuf di civîna ji bo mamosteyên Ereb hatî sazkirina de diyar kir ku sîstema Federal misogeriya jiyana azad e.
Li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajar ji bo danasîna Hevpeymana Civakî, civînek ji bo mamosteyên Ereb ên bajar hate sazkirin. Di civînê de Hevseroka Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hedye Yusuf, endamên Meclîsê Derya Remezan û Wail Mîrza amade bûn.
Hedye Yusuf xêrhatina mamosteyan kir û wiha dest bi nirxandina xwe kir: "Di destpêkê em bejna xwe li pêşberî şehîdan ditewînin. Wan xwe feda kir ji bo jiyana azad. Niha em jî bi rêya sîstema Federal Demokratîk dixwazin yekbûna di navbera gelan de xurtir bikin."
Hedye diyar kir ku dewleta Tirkiyê dixwaze bakûrê Sûriyê dagir bike û got: "Gerek em wek gelê Sûriyê ji hemû pêkhateyan vê dagirkeriyê qebûl nekin. Em 5 salin axa Sûriyê, yekbûna wê diparêzin û yên ku digotin em dijî perçebûna Sûriyê ne, niha ew hevkariya parçekirina welat dikin. Em dibêjin çareseriya pirsgirêka Sûriyê sîstema Fideral Demokratîk e. Sîstema Federal misogeriya jiyana azad e." Hedye ji mamosteyan jî xwest piştî xwendina Hevpeymana Civakî nêrînên xwe di derbarê naveroka wê de bînin ziman.
Endama komîteya amadekar a Hevpeymana Civakî Derya Remezan reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê hevpeyiman xwend.
Piştî xwendina rêşnivîsê endamê Meclîsa Damezirîner ji pêkhatiyê Aşûrî Wail Merza xalên derbarê sîstema federal de wiha anî ziman: "Gerek baweriya me bi Hevpeymana Civakî hebe ku ew mafên mirov diparêzin û jiyanek bi rûmet ji hemû pêkhateyên wê re qebûl dikin. Ev piroje, projeya Aşûr, Suriyan, Keldan, Ermenî , Ereb û Kurdan e. Projeya yekbûna gelan e."
Bi giştî mamosteyên Ereb piştgiriya xwe ji bo sîstemê parve kirin. Mamosteyan nêrîn û pirsên xwe yên derbarê sîstemê û naveroka Hevpeymana Civakî anîn ziman, civîn bi nîqaşên di vê barê de dawî bû.
(rh/sş/zt)