Kampanya TJK-E yê berfireh dibe
16:09
JINHA
STRASBOURG - Ji bo derhal hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re were kirin, Tirkiye PMME bi cih bîne û hurmetê nîşanî mafên girtiyên siyasî bide, TJK-E li Strasboûrgê dest bi kampanya daxwaznameyan kiribû. Ev kampanya berfireh dibe.
Tevî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Strasboûrgê, Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) jî kampanya îmzeyan dabû destpêkirin. Vê kampanyayê êvara Înê destpê kir û bi tenê li qada çalakiyê ya li Strasboûrgê bi sedan kesî mora xwe danîn binê daxwaznameyê. Metna daxwaznameyê bi zimanên Îngilîzî û Fransî hatiye amadekirin. Piştî ku Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li welatên din ên Ewropayê dijîn ev metn îmze kirin, wê di rojên pêş de ji CPT re bên şandin.
Di daxwaznameyên TJK-E de tê bibîrxistin, ku Ocalan ji Nîsana 2015'an û vir ve di nava tecrîdeke giran de ye û piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê fikarên li ser jiyana wî zêde bûne. Her wiha tê destnîşakirin, ku tevî van fikaran jî hikûmeta Tirk pêşî li hevdîtina bi Ocalan re digire.
Di metna daxwaznameyê de tê ragihandin, rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ji bo saziyên li Ewropayê di vî warî de bikevin nava tevgerê li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirine û weke TJK-E ew jî destekê didin grevê.
Di daxwaznameyê de bang li saziyên li Ewropayê, jin û hemû gelan tê kirin û ev daxwaz tên destnîşankirin:
(kom/zt)