Leyla Bîrlîk: Berxwedana Botanê nû despê dike
16:33
JINHA
ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîkê tayînkirina qeyûman şermezar kir û wiha got: "Berxwedana Botanê nû destpê dike."
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk diyar kir ku hikûmeta AKP'ê qeyûm avêtin ser 24 şaredariyên DBP'ê û wiha got: "Di seatên serê sibê de hêzên dewletê li ser mala hevşaredara bi sedî 90 dengan hatî hilbijartin Leyla Îmret de girtin û binçavkirin. Niha jî bi tayînkirina qeyûman hêzên dewletê derdora Şaredariya Cizîrê bi TOMA, wesayîtên zirxî û bi bariyerên hêsin girtine. Hikûmeta AKP'ê pê vê helwesta xwe vîna gel nasnekiriye. AKP bê hiqûqiyê dike. Niha hêzên AKP'ê şaredariya gel desteser dike. Hêzên dewletê û AKP'ê hem wext derdorê şaredariyên Silopiyan û Cizîrê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirine."
'Gelê kurd de li hemberî êrîşên AKP'ê berxwe bidin'
Leyla bal kişand ser berxwedan gelê kurd û wiha pêde çû: "Gelê Cizîrê mehan hat bombebarankirin û talankirin. Ev talankirin hina jî berdewam e. Lê bila her kes baş bizane ku gelê kurd dê li hemberî êrîşên AKP'ê li ber xwe bide. Berxwedana gel dê ji nû ve destpê bike. Ew jî dê berxwedana wî gelî ya 40 salan carek din bibînin."
Leyla diyar kir ku ew ê gelê kurd li hemberî wê bê hiqûqiyê raveste û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev bê hiqûqî dê Tirkiyeyê ber bi kaosekê ve bibe. Hikûmeta AKP'ê pê vê helwesta xwe carek din da nîşandan ku gelê kurd qebûl nake. Lê bila bizanin em hemû dê li hemberî vê bê hiqûqiyê û zilmê li ber xwe bidin."
(kom/zt)