Êlih ji bo xwedîderketina li vîna xwe di çalakiyê dene

17:51

JINHA

ÊLIH –Tayinkirina qayûmê ji aliyê sedan kesan ve bi daxuyaniyê hat şermezarkirin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî diyar kir ku şaredarî vîna gel hatiye hilbijartin û dê gel bi çalakiyan li vîna xwe xwedî derkeve.

Şaredariya Êlihê di serê sibê de bi biryara qayûmê hat dagirkirin û hilbijêran bi zorê ji şaredariyê derxistin. Bi sedan welatî piştî agahiya dagirkirinê bihistin herikîn ber avahiya şaredariyê û qayûmê şermezar kirin. Bi sedan Êlihî tevî hevşaredarên xwe û parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî li ber avahiya Şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê û dagirkirina qayûmê bi tund şermeraz kirin. Girseyê bê navber dirûşmeyên wek “Destê xwe nede vîna min”, “Em ê bi berxwedanê ser kevin” û “Em li hemberî OHAL’ê li ber xwe didin” berz kirin.

‘Dewlet ji gel dîtirse’

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel a ji peywirê hat avêtin ji girseyê re axivî û diyar kir ku ew nikarin îradeya gel dagirbikin. Gulistan anî ziman ku ew nikarin vîna gel tune bikin û wiha axivî: “Heya îro wan tu tiştî bi dest nexistine. Îro şaredariyên me dagirkirine vê dagirkeriyê jî wek tiştek bi dest xistibin didin nîşandan, lê ev reziliye. Bila vê baş bizanibin ku ew nikarin vî gelî tune bikin, ji ber ku ev gel bi îrada xwe li ser piyan maye û dê bi îradeya xwe li ser piyan be û li ber xwe bide. Ew ji gel ditirsin. Li vir gel heye, hûn nikarin îradeya gel dagirbikin. Ji serê sibê ve gel li ser piyan e û li vîna xwe xwedî derdikeve. Hûn nikarin vî gelî tune bikin. Hûn nikarin me tune bikin û tune nabin, em ê bi ser bikevin. Vaye em li vir in û li hemberî zilma em ê li ber xwe didin.”

‘Bila kes di karê şaredariyê de nexebite’

Piştre Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet becerîklî axivî û got ku ev 40 sale vîna gelê kurd tê binpêkirin û zilm li ser gel tê meşandin û wiha berdewam kir: “Gelê kurd bi îradeya xwe dengê xwe da şaredariyan lê destên xwe yên qirêj dan vîna gel. Em dibêjin ku bila destên xwe ji ser vîna gel bikişinin. Bi salan e li ser gelê kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin. Lê gel li hemberî hemû polîtîkayan li ber xwe da û şaredariyê bi dest xist. Ev şaredarî ne li ser navê kesan e, gel bi deng dayinê xwedî li têkoşina zarokên xwe derketine.” Saadet bang li hemû kesê kir ku ji îro şonde tu kes jî şaredariyê re nexibite û bila xebatên şaredariyê bitevîzinin.”

Hevserokê DBP’ê Abdulbarî Karaagaç jî daxuyand ku niha ji bo xwedî derketina şaredariyê dê dest bi çalakiya “Nobeta Azadiyê” bikin û her şev seat di 20:00’an de çalakiya deng vedanê jî bikin. Abdulbarî banga xwedî derketinê li her kesî kir.

Girseyê bi çepik û dirûşmeyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

(ho-za/zt)