Jinên Amedê: Em qeyûmên AKP’ê nas nakin

18:51

JINHA

AMED - Jinên Amedê li dijî tayinkirina qeyûma bertekên xwe anî ziman. Jinan diyar kirin ku ew qeyûma nas nakin û ew ê xwedî li vîna xwe derkevin.

Hikûmeta AKP’ê bi tayinkirin û desteserkirina Şaredariyên DBP’ê vîna gelê Kurd tune hesiband. Jinên Amedê bertek nîşanî îşkalê dan û gotin ku ew qeyûman nasnakin û ew ê xwedî li vîna xwe derkevin.

Jina bi navê Sîbel Adiyahşî da zanîn ku tayinkirina qeyûma şaredariyan hemleyeke li hemberî demokrasiyê ye û wiha axivî; “Tu pirtûk û zagonan de nayê nivîsandin ku, dewlet şaredariya desteser bike ji ber ku, Şaredarî bi vîna gel tên hilbijartin ev tişt li dijî demokrasiyê ye. Em vê yekê qebûl nakîn û divê em xwedî li vîna xwe derkevîn. Demokrasî bi binpêkirina vîna gel pêk nayê, ev îrade ne naskirine.”

Maşallah Kolumam jî got ku, yê vîna kurdan nasneke Kurd jî wan nasnakin û wiha got: “Em qeyûmên dewletê nasnakîn. Bi tayînkirina Şaredariyan em tune hesibandin. Ev tişt li çi deverên cîhanê nayê qebûl kirin. Em mihtacî wan nînin, em ê dîsa xwedî li vîna xwe derkevîn her çiqas ew sermeda bên em ê ewqas hêztir bibin. Vîna niha nayê naskirin, em serê xwe natewînin. Em ê her tim xwedî li vîna xwe derkevîn; em ne wan em vîna xwe dixwazin.”

Remzîye Akkoyun jî anî ziman ku, ew polîtikayên dewletê nas dikin û got ku, dewlet bi van lîstikan nikare biryara wan biguherîne û wiha domand: “Dewlet niha lîstikên herî qirêj dilîze. Birastî em nayên van lîstikan, ji ber ku em xwedî vînin heya niha darbeyên bi vî rengî her tim xistine dewreyê. Em qeyûmên dewletê nas nakîn. Em bi biryara xwe û kesên ku me hilbijartine kêfxweşin.”

Aycan Baran jî bal kişand ser bêdengiya gelên Tirkiyê û wiha pê de çû; “Çima gelê Tirkiyê ewqas bêdengin, niha vîna gelê Kurd tê bin pê kirin, divê ev tişt neyê qebûl kirin. Ew kesên ku me hilbijartin niha tên binçav kirin. Em vê tiştê qebûl nakîn, her ew çiqas bixwazin îradeya me bêdeng bikin em ê ewqas li berxwe bidin û tebikoşîn. Em dest jî vîna xwe bernadin. Em wan û qeyûmên wan nasnakin divê herkes xwedî li vîna xwe derkevin.”

(zyd-md/zt)