Li Gercuşê polisan ser mala hevşaredaran de girtin

08:30

JINHA

ÊLIH – Qayûm avêtin Şaredariya Gercuşê û polisan ser mala Hevşaredar Zeynep Oduncu de girtin.

Piştî ku qayûm avêtin ser Şaredariya Gercusê polisên timên taybet ser mala Hevşaredar Zeynep Oduncu de girtin. Sedema serdegirtinê nehat zanîn.

Li aliyê din ji yên tevlî çalakiya nobetê li hember qayûman bûyîn Hasan Kaya, Mehmet Yildirim li gel Savaş Ozmen girtin binçavan û birin Emniyeta Gercuşê.

(zt)