ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Li Amedê Semta Ofîsê jina bi navê Rûşen Yakut bi derfetên xwe kargeha bergan vekiri ye. Bergên Rûşenê rastî eleqeyek mezin tê. Rûşenê diyar kir ku, ew dixwaze jin di her qadê de çalak bibin.
* Penaberên 4 sal berê ji şerê Sûriyê reviyan û hatin Tirkiyeyê diyar kirin ku kampên AFAD'ê ne wekê ku çapemenî nîşan dide ye û got: "Zehmetiya herî mezin jin û zarok dikêşin. Kamp ne wek cihên hun dizanine."
* Li Mezra Şêxan a girêdayê Mîksa Wanê jin ji bo kevneşopiya cejnên berê neyê jibîrkirin, fêrî jinên ciwan û zarokên xwe dikin.
* Dayikên Aştiyê yên Sêrtê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya gireva birçîbûnê ya dorneveger ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirinê û got: "Divê heyet pê bawerî heye biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike. Rêbertiyê jin azad kir. Ji bo em canê xwe jî bidin kême."
* Jinên Wanê bertek nîşanê kayyuma tayînê şaredariyên DBP'ê hatiye kirin dan û gotin: "Li dijî îradeya me rêz nîşan nedan. AKP nekare îradeya me teslîm bigire. Emê xwedî li şaredariyên xwe derkevin."
* Li Çiyayê Şengal jin van rojan dendikên ji gulîka Gûlberojê digirin, jihev didin alî. Wensê Mîrza kulîlka Gûlberojê dişibîne rojê û jinan û got: "Dema li baxçe digerim û dest didim wan ji stresê dur dikevim. Roj, gûlberoj û jin bi me Êzidiyan re bûy yek."
* Endama Desteya Dîwana Edaletê Selwa Silêman têkildarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser bajarê Cerablûsê nirxandin kir û wiha got: "Dewleta Tirkiyeyê naxwaze kurd bibin xwedî statû. Çiqas berdêlên giran bên dayîn jî ew ê pergala federaliya demokratîk bikeve meriyetê."
* Li Amedê Semta Ofîsê jina bi navê Rûşen Yakut bi derfetên xwe kargeha bergan vekiri ye. Bergên Rûşenê rastî eleqeyek mezin tê. Rûşenê diyar kir ku, ew dixwaze jin di her qadê de çalak bibin.
* Rêvebera HPJ'ê Zîlan Hewram derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha got: "Heya Serokê me azad nebe, dê têkoşîna me berdewam bike."