Jinên KESK'ê: Heta dawiyê emê têkoşînê berdewam bikin

09:02

JINHA

STENBOL - Endamê KESK'ê bertek nîşanê kedkarên cemaweriyê ku bi Biryarnameya Hukma Cemawerî hatin îxrackirin, dan û gotin: "Kedkaran her tim li ser vê xakê li alî aştî, demokratî û biratiya gelan bû. emê têkoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin."

Jinên endamên KESK'ê bertek nîşanê bertek nîşanê ji kar girtina 11 hezar û 301 mamosteyî dan û gotin wê li dijî pêkanînên dijdemokratîk bêdeng nemînin û gotin wê nebin hevkarê hiqûqa şer.

'Emê bêdeng nemînin'

Berdevka Demî ya Şaxên KESK'ê ya Stenbolê û Seroka Şaxa Hemar 8 Sevtap Akdagê got hikûmetê 11 hezar û 285 kedkarên perwerdê ji kar derxistine û got: "Ji ber me perwerdehiya zimanê dayikê, zanistî û bê pere xwest e hikûmetê wisa kir. Em bi hemû hêzê demokrasiyê re wê li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin. Em her tim li ser van xakan li alî aştî, demokrasî û biratiya gelan bûn."

'Emê nebin hevkarê hiqûqa şer'

Endama Şaxa Egîtîm Sen a Stenbolê Ayşe Panuş jî diyar kir ku bi OHAL'ê re dewletê bi hezaran xebatkarên cemawerî îxrac kiriye û got di encama lêpirsîneke bêhiqûq e hevalên wan hatine îxrackirin û got: "Em nizanin kî hatiye durxistin. En niha dipên. Li holê gelek agahiyên qirêj hene.Em van pêkanînan qebûl nakin. Emê nebin hevkarê vî sûcê."

Seroka Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Fadîme Kavak jî got: "Piştî cejnê dibistan vedibin û niha 11 hezar kes dur xistine. Xwendekar wê bikevin polên vala. Demek têkçûyî ya perwerdê wê bê jiyîn. Ev bêhiqûqiyek bû. yek endamekî me jî bê durxistin emê heta dawiyê têbikoşin."

(bk/hu)