'Kampên AFAD'ê ne wek cihên hun dizanine'

09:03

Ruken Tuncel/JINHA

DILOK - Penaberên 4 sal berê ji şerê Sûriyê reviyan û hatin Tirkiyeyê diyar kirin ku kampên AFAD'ê ne wekê ku çapemenî nîşan dide ye û got: "Zehmetiya herî mezin jin û zarok dikêşin. Kamp ne wek cihên hun dizanine."

Kampên AFAD'ê re her roj bi skandalên nû tê rojevê. Jinên penaber yên Sûriyeyê yên li kampê jiyan û zehmetiya li wir ji JINHA'yê re vegot.

Jina Sûriyî ya ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku jin û zarok zehmetiyên mezin dikêşin û got li kampê yek doktorek heye û got li kampê hemû jin bi enfeksiyona rêyên îdrarê ketine. Jina nexwest navê xwe bide got wê 4 mehan êş kişandiye û got neçar maye emelyet bibe.

'Zarok bi nexweşiyê dikevin'

Jina paneber axaftina xwe wiha berdewam kir: " 4 sal berê hatim Tirkiyê. Ji wê demê de li vir dimînim. Em du malbat 10-15 kes li kon dimînin. Me ti car ava germ nedît. Em avê germ dikin û zarokên xwe dişon. Avên me tên birîn. Dema avê berdidin jî gelek qirêje. Her wiha tuwalet her tim xerane. Ji ber vê her der bîhn dide. ji ber vê hemû zarok nexweş ketine."

'Her tiştî baş nîşanê parlamenteran didin'

Jina penaber wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekê ku di çapemeniyê de tê nîşandan nîne. Dema heyetên parlamenteran tên vir her tiştî xweş nîşan didin. Lê kamp ne wek hun dibînine. Beriya heyet bên paqijiyê dikin. tiştên bi guman radikin. Lê her der di nav pisiyê de ye."

'Li marketên kampê her tir buha tê firotin'

Jina penaber bi lêv kir ku pereyê AFAD û Heyva Sor dide têrî wan nake û got ji ber vê li ser zeviyan dixebitin û got: " fona didin me bi qertê ye. Em vê tenê li marketên kampê bikartînin. Li van marketan jî her tişt du car zêde ye.

Jina penaber têkidlarî îdiayên taciz û tecawizê de jî got: "Ez bi hevjîn û zarokên xwe re li kampê dimînin. Min bihist ku jinên malbata wan tine, xizmên wan tine dibin ser zeviyan û li wir difroşon mêran. Heta jinek ji ber vê sedemê ji aliyê Walî ve hat avêtin. Şer herî zêde bandorê li ser jinan dike."

(hu)