Ji Sêrtê jî ji bo greva birçîbûnê piştgirî hat
09:05
Şehriban Aslan/JINHA
SÊRT- Dayikên Aştiyê yên Sêrtê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya gireva birçîbûnê ya dorneveger ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirinê û got: "Divê heyet pê bawerî heye biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike. Rêbertiyê jin azad kir. Ji bo em canê xwe jî bidin kême."
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê têkildarî gireva birçîbûnê de ku ket roja 7'an axivîn û gotin heta ji destê wa bê wê piştgiriyê bidin wan û her wiha gotin heta hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê neke wê çalakiya xwe berdewam bikin.
Bila heyet biçe Îmraliyê
Dayika aştiyê Maşallah Işik Arslan got divê demildest wan têkildarî rewşa Ocalan de agahdar bikin û got: "Ev salek û nîve ti agahî nayê girtin. Bila heyetek biçe. Li Amedê siyasetmedarên me ketine girevê. Heta deng ji rêvertiyê dernekeve wê girev bidome. Tiştek bi van mirovan bê wê dewlet çawa hesab bide.
Jina bi navê Leyla Ozel jî bi lêv kir ku divê demildest hevdîtin dest pê bikin û got: "Heta hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dest pê neke wê çalakî neqedin. Çi ji destê me bê emê bikin. Li her çar parçeyê wê gel nesekine. Emê ligel siyasetmedarên xwe yên ketine girevê bin."
'Hun nekarim me biqedînin'
Taybet Tekînê jî diyar kir ku ew ji rêbertiya xwe re azadiyê dixwazin û got: "Em 40 mîlyon kurdin û dewleta xwe dixwazin. Em ji bo dewleta xwe jî rêbertiya xwe dixqwazin. Ev salek agahî jê nayê girtin. Li Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin. Kurdan qetil dikin. Erdogan dibêje qey wê bi kuştinê Kurdan biqedînin lê bawer bikin hun nekarin Kurdan biqedînin."
Wetha Qeço jî tecrîd şermezar kir û diyar kir ku divê demildest hevdîtin bên destpêkirin û got: " Ti dewletek wisa nake. Ev nêzîkatî şaşe. Erdogan hewldanek biçûk bide wê ferman bê. Wê demê wê kî bikare Kurdan bide sekinandin."
(ma/hu)