'Em ê xwedî li şaredariyên xwe derkevin'
09:06
JINHA
WAN - Jinên Wanê bertek nîşanê kayyuma tayînê şaredariyên DBP'ê hatiye kirin dan û gotin: "Li dijî îradeya me rêz nîşan nedan. AKP nekare îradeya me teslîm bigire. Emê xwedî li şaredariyên xwe derkevin."
Ji bo şaredariya Ertemît, Îpekyolu, Erçîz û Qelqeliyê kayyum hat tayînkirin. Jinan bertek nîşanê vê dan. Hevşaredara DBP'ê ya Erdîşê Hatîce Yildizê diyar kir ku ew kayyuman nas nakin û got: "Erdogan digot em li dij darbeyê ne li alî gelin. Lê îro kayyuma hatiye kirin darbeye. Kayum li dijî hiqûq û rumeta mirovahiyê hatiye kirin. Gelê ku ji bo rumeta xwe dijî vê qebûl nake. Em bi hilbijartinê hatin. Ancax em bi hilbijartinê dikarin biçin. Em kayyuman nas nakin."
'Rêzdarî nîşan nedan'
Hatîceyê bi lêv kir ku tevî ku îradeya xwe nîşan dane rêzdarî nehatiye nîşan dan û wiha berdewam kir: "Şaredariyên me bi rêyên qanûnî negirtin. Madem dixwazin bigirin bila carek din hilbijartinê bikin. bila keremkin bên ser sindoqan."
'Me ew şaredarî bi meqerneyan qezenc nekir'
Makbule Kumlî jî anî ziman ku AKP'ê cejna Qurbanê ji xwe re wek derfet dîtiye û kayyum tayînê şaredariyên wan kirin eû got: "Bila di vê roja pîroz de destê xwe ji ser gelê Kurd bikêşin. Qaşo dibêje ez muslimanim. Bila xwedê vê zilmê ji wî re nehêle. Me ew şaredarî bi meqerneyan qezenc nekir. Me bi îradeya xwe ya azad hilbijart û qezenc kir."
'AKP wê negihêje armanca xwe'
Gulşen Şanê jî wiha got: "Şaredarî ji bo me amûrin. Dikarin dest bidin ser avahiyê. Lê nekarin bibin xwediyê îradeya gel. Di hilbijartinek din de wê AKP li Wanê bê paqijkirin. AKP wê negihêje armanca xwe."
'Nekarin îradeya gelê Kurd teslîm bigirin'
Selma Bîleçîk jî diyar kir ku ev tiştên li gelê Kurd hatine kirin nayên qebûlkirin û got hikûmeta AKP'ê nekare îradeya gelê Kurd teslîm bigire.
(htk-va/hu)