'Dewleta Tirkiyeyê naxweze kurd bibin xwedî statû'
09:09
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Endama Desteya Dîwana Edaletê Selwa Silêman têkildarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser bajarê Cerablûsê nirxandin kir û wiha got: "Dewleta Tirkiyeyê naxwaze kurd bibin xwedî statû. Çiqas berdêlên giran bên dayîn jî ew ê pergala federaliya demokratîk bikeve meriyetê."
Dewleta Tirkiyê di 24'ê Tebaxê bajarê Cerablûsê dagir kir û êrîşê xwe ya li ser sînorên rojavaye Kurdistanê her ku diçe zêdetir dike. Di encamê êrîşên artêşa Tirkiyeyê ya li ser sînor gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên ku ji navçeya Endîwer ya Dêrikê heya Girê Spî, Kantona Kobanê û Efrînê daye ber xwe, nîşan dide ku deweta Tirkiyê dixwaze şerê li dijî Rojava berfirehtir bike. Gelê kurd jî di nav berxwedanê de bersiva bi rûmet nîşan dide. Têkildarê mijarê Endama Desteya Dîwana Edaletê Selwa Silêman nêrînên xwe bi ajansa mera parve kir. Selwayê diyar kir ku armanca êrîşan pergala Federal Demokratîk a Rojava, Bakûrê Sûriyê ye û got ku gel ligel her cure êrîş pergala xwe bixe meriyetê.
'Armanca pergala federal ya demokratîke'
Selwayê di serî de serkeftina şervanên QSD û YPG/YPJ'ê yên li herêma Bakûrê Sûriyeyê bi bîr xist û da zanîn ku, ew sedema êrîşên dewleta Tirkiyeyê jî baş dizanin. Selwayê anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê naxwezin gelê kurd bibe xwedî statu û wiha got: "Dixwazin bi van êrîşan jî pêşiya avabûna sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê bigrin. Jixwe piştgiriya Tirkiyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê ji vê bingeh digre. Niha li ber çavê cîhanê hem bajar dagir dike hem jî komkujiyan pêk tîne.
'Her çiqas berdêlên giran bên dayîn jî ew ê pergala federal ya demokratîk pêk bê'
Selwayê destnîşan kir ku, îlana pergala federal ya demokratîk ji bo dewleta Tirkiyeyê bûye kabûs û tirsek mezin daye avakirin û wiha pêde çû: "Tirkiyeyê ji têkoşîna gelê kurd pir ditirse. Ji ber vê heya ku hêza wî têr dike û bi hemû rengî êrîşî rojavayê Kurdistanê dike. Dixwaze di navbera gelên herêmê de nakokî û pevçûn derbixe. Bi ol û baweriya gel dilîze."
'Em destûr nadin xewnên wan pêk bên'
Selwayê bi lêv kir ku, ew ê vîna şervanên YPG/YPJ'ê bi ser bikeve û wiha pêl da axaftina xwe: "Bi vê biryardariyê re dê armanca dewleta Tirkiyeyê û dewletên din pêk neyê. Em ê destûr nedin ku xewnên wan pêk bên. Çiqas berdêlên giran bên dayîn jî ew ê pergala federaliya demokratîk bikeve meriyetê."
(en/rc)