Zîlan Hewram: Hêzên navneteweyî hevkarê tecrîdê ne
09:11
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Rêvebera HPJ'ê Zîlan Hewram derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha got: "Heya Serokê me azad nebe, dê têkoşîna me berdewam bike."
Di sala 1999'an de bi komployeke navnetewî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate girtin û ew radestê dewleta Tirkiyeyê kirin. Di nava 18'e salên dîlbûnê de, Abdullah Ocalan di nav şert û mercên zehmet ên gravê de jiya, bi riyê tecrîdê hat îşkence kirin. Ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an ve jî, destûr nayê dayîn parêzer biçin Îmraliyê û bi mûwekîlê xwe re hevdîtin bikin. Tecrîda ku piştî 5'ê nîsana 2015'an hat kûrkirin, heya niha tu agahî jê nayê girtin. Piştî derbeya 15'ê Tebaxê metirseyeke pir mezin ji aliyê gelê kurd ji bo rewşa Abdullah Ocalan heye. Lewre li her derê gel dest bi çalekiyan kiriye û daxwaza hevdîtinê tê kirin. Têkîldarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêvebera Hêzên Parastina Jinê (HPJ)Zîlan Hewram nêrînê xwe bi ajansa JINHA'yê re parvekir.
'Di derbarê rewşa Rêbertî de agahiyên me tuneye'
Zîlanê diyar kir ku, dewleta Tirkiyeyê dixwaze nirxê gelê kurd binpêbike û got ku, ji ber vê komkujiyan dike û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giran dike. Zîlanê anî ziman ku, gelê kurd wê tu car li hember pêk anînên dervî ehlaqî dev ji berxwedana xwe bernade û wiha got: "Serok Apo di vê pêvajoyê de hedef nîşan didin. Tê îdîakirin ku di şeva 15'ê de li Greva Îmraliyê pevçûn derketiye. Di derbarê rewşa Rêbertî de agahiyên me tuneye. Jixwe rêxistina CPT jî çûn Tirkiyeyê, lê bê ku serdana Îmraliyê bikin vegeriyan. Ev nayê qebûlkirin. Di dîlgirtina Serokê me de destên qirêj yên tevahî hêzên navneteweyî heye. Niha jî hêzên navneteweyî hevkariya tecrîdê dikin."
'Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin'
Zîlanê bi lêv kir ku, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên bindest têkoşîna azadiyê dide û wih pêde çû: "Divê tevahî gel ji bo azadiya Serok têkoşînek mezin bide. Em ê çalakiyên xwe ji bo Serok berdewam bikin. Li her çar aliyê Kurdistanê hemleyê berxwedanê destpêkiriye. Ji rojava, bakûr, başûr heya rojhilatê Kurdistanê tevahî gel azadiya Abdullah Ocalan dixwaze. Gel bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' dertê kolanan. Jin, zarok û ciwan tev ji bo Serok di nava têkoşînê de ne."
'Serokatî xeta me ya sor e'
Zîlanê destnîşan kir ku, Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelê kurd xeta sore û wiha pêl da axaftina xwe: "Divê rêxistinên mafên mirovan mudaxeleya vê rewşê bikin. Banga gelê kurd û gelên cîhanê bibihîzinû pêk bînin." Zîlanê bal kişand ku, her jinek amedeye xwe ji bo Abdullah Ocalan feda bike û wiha axivî: "Bi fikir û ramanê Serokatî re bi hezaran jin cihê xwe di qada têkoşînê de digrin. Bi hêzdibin û dibin xwedî vîn. Tecrîd wê bi têkoşîn û vîna jinan were şikandin."
'Îdîayê me yê mezin famkirina Rêbertiye'
Zîlanê anî ziman ku ew bi saya fikrê Abdullah Ocalan têkoşîn li hember pergalê didin û xwe naskirine. Zîlanê wiha axivî: "Em li hember taybetmendiyên ku pergal di keseyata meda daye avakirin jî têdikoşin. Îdîayê me yê mezin famkirina Rêbertiye. Ji bo azadiya Serok, civak û xwe jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di pêvajoya çalakiyan de jin pêşengiyê dikin. Eleqeyek mezin li hember naskirina fikrê Rêbertiy heye."
(en/rc)