Dayikên kurd li goristanê cejnê pêşwazî kirin
10:09
JINHA
ÊLIH - Dayikên kurd her sal cejna xwe li ser gorîstanên zarokên xwe yên ku di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane, bi dil xemginî pêşwazi dikin.
Li Êlihê bi berxwedana Kobanê û rêveberiya xweser ê li Cizir, Nîsêbin,Gever û Şirnexê re, bi hezaran ciwanên kurd bi lehengi jiyana xwe ji dest dan. Malbatên ku cenazeyên zarokên ji destê dewletê wergirtin li "Şehitgehan" bi layîkî giyana berxwedana wan, bi merasimê defin kirin. Ligel vê jinên ku xizmên xwe di salên 90'î de ji aliyê kujerên nediyar ve hatin qetilkirin bi salan di cejna xemgîn de, heskirin û bêrîkirina dilê xwe li ser gorîstanan vedibêjin. Dayikên dilêş bi hêviya jiyanek arami cejna zarokên xwe li gorîstanan pîroz dikin.
'Cejna me azadiya Kurdistanê ye'
Jina bi navê Asime Yûce ku hevjinê xwe di 1992'an de ji aliyê hêza tarî ve windakiriye diyar kir ku, wan tu carî cejnê bi dil şahî pîroz nekirine. Asimayê ani zaman ku cejna wan azadiya Kurdistanê ye.
'Zarokên me ji bo cejnên azad jiyana xwe ji dest dan'
Dayika bi navê Hasibe Onar ku keça wê di şerê Kobanê de ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da jî wih got: "Dema ku zarokên me berên xwe dan rê ya azadiyê ew cejna me bû. Ji ber zarokên me ji bo cejnê azad jiyana xwe ji dest dane."
Malbatên ku tên ser goristanên zarok û xizmên xwe, ji wan re dua dikin û pîskuvîtan belav dikin.
(ho/rc)