Wê peyama Abdullah Ocalan li Amedê bê xwendin

10:20

JINHA

AMED - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan duh bi biryayê xwe re hevdîtin pêk anîbû, ji bo peyama Abdullah Ocala bê xwandin dê bi parêzeran re bê Amedê.

Mehmet Ocalan duh ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çibû Grava Îmraliyê, di saetên êvarê de ji gravê vegeriya. Mehmet Ocalan di der barê naveroka hevdîtinê de axaftin nekirin, ji Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê veqetiya.

Mehmet piştî vegeriya Stenbolê, bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê re hevdîtin pêk anî û der barê hevdîtinê de hin parvekirin bi parêzeran re kir.

Li ser van hevdîtinan dê Mehmet Ocalan û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Mazlum Dînç re îro berbi Amedê ve bikev rê.

Hat diyar kirin dê Mehmet Ocalan li Amedê bi Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wekîlên HDP'ê re hevdîtinekî pêk bîne. Dê di hevdîtinê de naveroka nîqaşên li Îmraliyê ji berxwedêrên çalakiyê re bê vegotin û dê peyama Abdullah Ocalan ji raya giştî re bê parvekirin.

(kom/rc)