Mamosteyên Başûr roja cejnê di çalakiyê de ne

10:50

JINHA

SILÊMANÎ -Mamostayên bajarê Silêmaniyê li dijî newergirtina mûçe çalakiyek girseyî li dar xistin. Her wiha mamostan diyar kirin ku, ew sîstema paşxistina mûçe qebûl nakin.

Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê îro yekem roja Cejna Qurbanê çalakî û boykota mamostayan li Herêma Kurdistanê berdewam bûn. Mamosayên bajarê Silêmaniyê îro saetên serê sibehê li ber Baxçê Giştî yê Silêmaniyê çalakiyekî girseyî li dar xistin.

Mamostayan di çalakiya xwe ya girseyî de diyar kirin ku, li dijî nehatina mûçe û neçareserkirina daxwazên wan, çalakiyên wan didomin. Her wiha mamostayan nerazîbûn nîşa paşxistina mûçeyê dan û anîn ziman ku, ew sîstema paşxistina mûçe jî qebûl nakin.

(rc)