Gelê Rojava roja Cejna Qûrbanê herikîn ser goristanan
11:27
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê rojavayê Kurdistanê di roja Cejna Qûrbanê ya yekem de berê xwe dan goristanên canfedayên xwe.
QAMIŞLO
Goristana Şehîd Delîl Sarûxan sibê zû bi serdanên gel tejî bû. Gorên şervanên canfeda hatin şuştin, dayikan bi kulîlkanên kesk, sor û zer, gor xemilandin û dua xwendin. Herwiha şêranî li zarokan hate belavkirin. Dayikên ku li ber serên zarokên xwe lorî dixwendin, xemgîniya dûriya zarokên xwe anîn ziman û dexwaza aştiyê kirin.
Ji aliyê din ve gel li goristanê cejna hev pîroz kirin û daxwaziya rojên tejî aştî û serkeftinê li hev kirin. Şervanên YPJ/YPG li goristanê amade bûn û li kêleka malbatên pakrewanan, cejn pêşwazî kirin.
HESEKÊ
Bi hezaran welatî sibê zû berê xxwe dan Goristana Şehîd Dijwar ya li gundê Dawûdiyê. Hêzên YPJ-YPG'ê û endamên TEV-DEM'ê gel pêşwazî û cejin li wan pîroz kirin.
AMÛDÊ
Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê, malbatên şervanên cangorî, şervanên YPG/YPJ’ê, endamên erka xweparastinê û Asayîşê, ji bo serdana gorên têkoşeran, di roja yekemîn a cejnê de berê xwe dan goristana Şehîd Îsmayîl a li bajar. Li goristanê endamên Saziya Malbatên Şehîdan şênî pêşwazî kirin.
Piştî ku şênî li goristanê kom bûn, ji bo bîranîna têkoşeran merasîmek hat lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir.
Di merasîmê de Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd Ferso, axivî. Ferso di axaftina xwe de Cejn li hemû malbatên şervanan, pîroz kir û soza şopandin rêya wan nû kir û xwest ku herikandina xwînê li herêmê bisekine. Piştre malbat cejna hev pîroz kirin.
TIRBESPIYÊ
Li bajarê Tirbespiyê jî bi tevlîbûna rêveber û endamên Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava Bakûrê Sûriyê û nûnerên rêxistinên bajêr, Goristana Şehîd Dilşêr hat ziyaret kirin.
Hevseroka Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava Bakûrê Sûriyê Hedye Yûsif cejna gel pîroz kir û got: "Her dilopek xwîna şehîdan li ser vê axa pîroz rijandine, hemû welatparêzan temsîl dike. Rojava sembola serketinê ye û bi keda şehîdan e."
Endama Meclîsa SMŞ ya bajarê Tirbespiyê Mihemed Zekî, Hevseroka Partiya Yekîtiya Sûriyanî Elîzabêt Gewriye, rêveberê Pariya Yekîtî Gurgîn Îsa jî axivîn û girîngiya rola şervanên canfeda anîn ziman. Herwiha tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li ser Rojava hate şermezarkirin.
TIL TEMIR
Li bajarê Til Temirê jî ji 7 salî heya 70'î salî jin, zarok, kal-pîr û ciwan bi boneya Cejna Qurbanê berê xwe dan Goristana Şehîd Rûstem Cudî ya li Berkevirê a bajarê Dirbêsiyê. Di serdana goristanê de şervanên YPG/YPJ'ê jî amedebûn û cejn li hev pîroz kirin.
Bi boneya cejna Qurbanê îro gelê bajarê Serêkaniyê, Zirgan, Til Temir û Dirbêsiyê, berê xwe dan goristana Şehîd Rustem û cejn hemû şervanên azadiyê pîroz kirin û hêviya azadiya Abdullah Ocalan parve kirin.
KOBANÊ
Li Kantona Kobanê jî bi sedan welatî çûn serdana her sê gorstên Şehîd Dîcle, girostana Komkujiya Kobanê û goristana gundê Berxwedanê. Goristana Şehîd Dîcle bi alên YPG/YPJ'ê û TEV-DEM'ê hate xemilandin. Li wir bi munasebeta rojê axaftin hatin kirin. Rêveberê TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo wiha got: "Em despêkê cejnê li şehîdên xwe pîroz dikin. Paşê li malabtên şehîdên xwe pîroz dikin. Şehîd rûmeta herî mezin in û di rojên cejnê de yên ku destpêkê têne bîra me şehîdin. Lewre her cejnê em tên ba wan û cejna wan pîroz dikin. Em hêvî dikin cejnên pêş di nav aştî û azadiyê de derbas bibe."
Piştî axaftinê, gel ber bi Goristana gundê Berxwedanê ku di 25'ê Hezîrana sala 2015'an de rastê qetlîamê hatibû û 26 kes ji gund jiyana xwe ji dest dabûn, çûn û li wir jî li ser goran dua hatin xwendin.
(kom/rc)