Dê Mehmet Ocalan û berxwedêr saet di 14.00’an de daxuyanî bidin
12:37
Îlon
12
/ 2016
JINHA
AMED - Piştî birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan li giravê hevdîtin pêk anî, duh daxuyanî nedabû, dê îro saet di 14.00’an de li avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyanî bê dayîn.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan duh bi kekê xwe re hevdîtin pêk anîbû, bi parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Mazlum Dînç re dê bê amedê, li Amedê bi çalakvanên greva birçîbûnê re dê daxuyanî bidin çapemeniyê. Piştî li Avahiya DBP'ê ya Amedê hevdîtin bi çalakvanan re bê kirin dê saet di 14.00'an de daxuyanî bê dayîn.
(zt)