Piştî qeyûmê Êlih di nav çopê de ma
12:48
JINHA
ÊLIH - Xebatkarên şaredariyê ku ji bo şermezarkirina dagirkirina qayûmê dest ji kar berdan. Bajar di nav çopê de ma.
Li Êlihê piştî biryara qayûmê ya li ser Şaredariyên DBP'ê ku duh şaredarî hat dagirkirin, karker û xebatkarên şaredariyê dest ji kar berdan. Bi sedan ajoker ne çûn ser kar û otobus ne ajotin. Xabatkarên paqijiyê jî ji duh ve ne çûn ser kar û qayûmê şermezar kirin.
'Êlihî cejna xwe di nav çopê de pîroz kir'
Xebatkarên ku di nav bajêr de kar nekirin tevahiya bajêr di nav çop û pîsîtiyê de man. Êlihiyan cejna xwe di nav çopê de pîroz kirin. Hemû personelên şaredariyê xebatên xwe rawestandin û qayûmê şermezar kirin.
Bi sedan welatî di serê sibê de li ber avahiya şaredariya ku bi maşineyên zirxi û panzeran hatiye dorpêçkirin, li hev kom bûn û nobet digirin.
(ho/zt)